Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Biryarnameya 677. a Rewşa Awarte ya di Hikmê Qanûnan de, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gor biryarnameyê 375 komele, 9 organên medyayê ji ber “kiriyarên ji bo rêxistinên terorî an jî kiriyarên ji bo wan tiştên Lijneya Ewlehiya Neteweyî wan li dijî dewletê dibîne” hatin girtin, 15.726 kes ji karî hatin avêtin
Di nav komeleyên hatîn girtin de Komeleya Gûndem Çocukê, Komeleya Dadnasên Nûjen(ÇHD), Komeleya Dadnasên Azad(OHD), Komeleya Lêkolînên li ser Mafên Mirovan(IHAD) hene.
Rojnameyên Hatîn girtin ev in: Rojnameya Expresê(Edene) Rojnameya Turkîye Manşetê(Çorum), Rojnameya Dagyelîyê(Hatay), Rojnameya Akisê(Kutahya), Rojnameya Îpekyoluyê(Ordu), Rojnameya Son Dakîkayê(Izmîr) Rojnameya Yedîgûnê(Enqere).
Kovara Habereksenê û Radyoya Batman FMê hatine girtin.
157 karmenên ji karî hatibûn derêxistin li karê wan hatin vegerandin.(EKN/MB)