Ji bo nûçeya Tirkî / Ingıilîzî bitikîne
Cihgirê serokwezîrî, Nûman Kûltûlmûşî da zanîn ku Dîwana Wezîran dema Rewşa Awarte ji 19ê Çiriya Pêşiyê pê ve, sê mehan dirêj kiriye.
Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar di 20ê Tîrmehê de îlan kiribû ku li hemîya Tirkiyeyê ji bo sê mehan Rewşa Awarte heye û parlamentoyê jî ev biryar di 21ê Tîrmehê de qabûl kiribû.
Pêvajo dê çawa be?
Gava pêşiyê ew e ku Rojnameya Fermî dê vê biryarê belav bike.
Parlamento dê li ser biryarê dengê erê û na bide û herweha parlamento dikare dema Rewşa Awarte biguhere jî.
Dema Rewşa Awarte herî zêde dikare 6 meh bin. (AS/MB)