Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wêne: Berge Arabian
Weqfa Hirant Dînkî, Xelata Navneteweyî ya Hirant Dînkî ya 8. da Baroya Amedê ku serokê wê Tahîr Elçî bû.
Xelata dî parlamentera seroka qebîleya xwe Theresa Kachindamotoyê stand. Kachindamoto jinek çalak e ku ji bo zewaca di emrê zarokatiyê de çênebin dixebite.
Xelat li Qesra Pêşangeh û Kongreyan ya Lûtfî Kirdarî hatin belavkirin.
Di rê-û-rismê de Bajar, koroya penaberên ji Sûriyeyê ya bi navê Koroya Mozaîka Oryantal û Mehmet Erdemî stran gotin.
Ozmen: Tekane rê, xwestina aştiyê ye
Xelata Baroya Amedê, cihgirê serokê baroyê, Ahmet Ozmenî stand.
Ozmenî got:
‘’Di vê pêngava ku em gihayînê de divê ne bi tenê em ew mîrateyê Hirant Dînk û Tahir Elçîyî hiştî biparêzin divê em wê geş jî bikin. Ev yek niho erkê me yê bingehîn e, mesûliyeta me ya dîrokî ye. Tekane rê xwestina aştiyê û bilindkirina dengê aştîxwaz e.’’ (NV/MB)