Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Neteweyên Yekbûyî, li Sûriyeyê hemî karên xwe yên ji bo dayina alîkariyê sekinandin. Ji ber ku duhî li nêzîkî Helebê êrîş li konvoya NYyê hatiye kirin wê ev biryar daye.
NYyê îro da zanîn ku êrîş li konvoya wê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de agahiyên berfireh nehatine dayin.
Li gor BBCyê yek ji wan kesên mirîn berpirsê Heyva Sor a Sûriyeyê ye û ji 31 erebeyên alîkariyê 18 hatine tinekirin.
Navenda Alîkariya Mirovî ya ku navenda wê li Brîtanyayê ye û nêzîkî muxalifên Sûriyeyê ye da zanîn ku di êrîşê de 12 kes hatine kuştin û balafirên Rûsyayê êrîş kiriye.
Nûnerê NY yê Sûriyeyê: Ev yek zordarî ye
Nûnerê NY yê SûriyeyêStaffan de Misturayî da zanîn ku dihat zanîn ew konvoy alîkariyê ji bo sivîlan dibe, piştî destûr û amadekariyan ew konvoy bi rê ketibû. Evêrîş ''zordarî'' ye.
Kirby: Dihat zanîn ka konvoy dê biçe kû
Berdevkê Wezareta Karên Derve, yê Amerîkayê John Kirbyî da zanîn ku ''Hikûmeta Sûriyeyê û Federasyona Rûsyayê dizanî. Digel vê yekê jî êrîş li wan mirovên alîkarî dibirin hatiye kirin.'' (HK/MB)
Çavkanî: BBC, Sputnik news, AA