Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo hevdîtin digel rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) Abdullah Ocalanî re bên kirin 50 dildar sê roj in ku li navenda Partiya Herêman a Demokratîk di greva birçîbûnê de ne.
Di greva ku dê bêdem û bêdorveger bidome de gelek hunermend jî hene. Zeynel Doganê hûnermend, Îbrahîm Hakki Yildirimê sînemager, Îslam Dagdevîrenê derhêner, Nazim Hîkmet Çalişkanê dramaturd(şêwirmendê zanist û hunera şanoyê), Abdullah Tarhanê sînemager û Berfîn Emektara şanoger hunermendên di grevê de ne.
Berfîn Emektar: Gel her dem digel me ye
‘’[Gel] gelek eleqedar e. Ji siet 10ê serê sibeyê heta 10ê şevê her çûn-û-hatinek heye. Heyetên ji nava Diyarbekirê û ji derveyê Diyarbekirê tên. Gelî nehêla em bi tenê bin. Her dem digel me ne.
Şerbet, av, xwê, çixare
Emektarê ji bo xwer û vexweran weha got:
‘’ Di nava rojê de em şerbet, şoravika 2 gr xwê tê de û çayê vedixwin, çixarekêş çixareyan dikêşin. Em niho ji vê zêdetir tiştekê venaxwin.’’
Biryara beşdarbûna grevê
‘’Li Diyarbekirê ne zehmet e ku mirov biryareka bi vî rengî bide. Me gelek mirin dîtin.
‘’Di dema pêvajoya çareseriyê de welatê me hat vê rewşê.
‘’Welat bi temamî di şerî de ye, ji bo em bijîn û bidin jiyandin gelek giring e bi Ocalanî re hevdîtin bêne kirin. ‘’
‘’Hûner bêwate bibe...’’
‘’Di sezona borî de me gelek lîstikên xwe nelîstin, hinek ji wan şanoyên zarokan bûn. Heke erkê me bigihe armanca xwe û dîyalog dîsa çêbe, em difikirin ku dîsa em ê bikarin hunermendiyê bikin, ji bo wê ez li vê derê me.
Nazim Hîkmet Çalişkan: Qeta jêr cihê bêhnvekirinê û qeta jorî cihê hevdîtinê ye
Nazim Hîkmet Çalişkanê dramatug li ser grevê weha got:
‘’Di qeta binî ya DBPyê xwaringeha me heye, li vê derê cihê em bêhna xwe vekin hene.
‘’Li jor daxuyaniyên ji bo çapemeniyê têne dayin em û ew kesên têne serdana me hevudu li wê derê dibînin.
Piştgiriya gelî
‘’Fikra min a kesane ew e ku heta deh rojan jî ti bersiv dê ji dewletê neyê.
‘’Heke gel jî piştgiriyê bide çalakiya me dikare dewlet dê bersivekê bide.
‘’Ji bo vê yekê xelkê Diyarbekirê protestoya dengderêxistinê daye dest pê kirin.’’
‘’Heke hevdîtin bi Ocalanî re bê kirin grev dê bisekine.’’
‘’Em dixwazin heyetek bi Ocalanî re rû-bi-rû hev bibînin. Em dixwazin bizanin ku ew ewle û saxlem e.
‘’heke hevdîtin çêbibe çalakî dê bisekine.’’ (HY/EKN/MB)
Wêne:Merdan Berk