Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Firat Anliyî dîyar kir ku li navçeya Sûrê ya pevçûn lê heyî û [beşek jê] ji dewletê re hatiye malkirin tê xwestin ku welatî jê bar bikin. Bi şandina niştecihên vê derê tê xwestin çand û demografiya bajarî bê guhertin.
Wezîrê Bajarvanî û Derdorê ji Abdulkadîr Selvîyî re ji bo Rojnameya Hurrîyetê gotiye, ji bo niştecihên Navçeya Sûrê sê bijartin dê hebin.
Welatî bixwaze dê pereyên xwe bistîne û tapoya xwe bide dewletê. Bixwaze dê yek ji 3.000 xaniyên li Diyarbekirê/Amedê têne çêkirin hilbijêre û xaniyê nû çi qasê ji xaniyê wan bihatir be dê wê ferqê bide. Bixwaze jî dê li bajarekê dî yek ji xaniyên TOKÎyê hilbijêre û biçe wê derê.
Sê daxwaz
Firat Anli ji bianetê re axiviye û eşkere kiriye, Şaredariya Bajarê Mezin, şaredariyên navçeyan, rêxistinên civakî û Platforma Liserpêyanhiştina Sûrê jî sê daxwaz hene.
‘’Daxwaza me ya pêşiyê divê ji bo wan kesên li Sûrê dijîn warên jiyanê bêne çêkirin.’’
‘’Daxwaza me ya didoyê divê miheqeq bi tevgerên herêmê re kar bên kirin.’’
‘’Divê dewlet bi awayekê adilane tezmînata zerer û ziyana kirî bide lê bi mehan e gotinên serokwezîr, serokkomar û wezîran ji hev nagirin. Em nikarin behsa planek an jî projeyekê bikin. ‘’
‘’Ev ne daxwaza dîtina çareyekê ye’’
‘’Tê xwestin xelk li bajrên dî cihekê hilbijêrin qey li Qeyseriyê bûya dê ji wan re bi hatiya gotin here li Mûşê an li Êlihê ji xwe re cihekê bibîne.’’
‘’Demografiya bajarî tê guhertin. Mirovên feqîr dê bêne rêkirin. Bajar dê ji zengînan re bêne pêşkêşkirin.’’
Pêvajoya daxwaza dadkirinê didome
Anliyî diyar kir ew lê dixebite ku rêyekê bibîne da niştecihên Sûrê li cihê xwe bijîn.
‘’Nêzîkî 22 hezar mirovan mala xwe terk kirine. Li çar taxan derketina derve hê qedexe ye, jibermayiyên avahiyan têne kêşandin. Ti kes nizane ka çi çêdibe.’’
‘’Berpirsiyariya Diyarbekirê zêde ye’’
Anliyî dîyar kir gavên ji bo Diyarbekirê bêne avêtin dê ji 10ê zêdetir navçeyên wek Nisêbîn, Gever, Silopya û Nisêbînê bibe nimûne.
(NV/MB)