Ji bo nûçeya Tirkî
Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Hrant Dink de gumanbarên doza Ergenekonê Velî Kuçuk, Kemal Kerinçsiz, Alîkarê Waliyê Stenbolê yê berê Ergun Gungor, wezîfedarê MITê yê berê Ozel Yilmaz jî tê de derbarê 24 kesan de dadgehê biryara lipeyneçûnê dabû. Parêzerên malbata Dink ji bo li dijî wê biryarê îtiraz bikin, dê serî li Dadgeha Makeqanûnê bidin.
Li gorî nûçeya Uygar Gultekinê ji Agosê parêzaran di gilînameyê de ragihandin ku mafê dadkirina adil û bêalî hatiye binpêkirin.
Biryarên DMMê û Dadgeha Bakirkoyê
Di gilînameyê de wiha hat gotin:
‘Di doza kuştina Hrant Dink de ji bo tespîtkirina sûcdaran lêpirsîneke adil û bêalî nehat kirin. Saziyên dewletê ji bo çareserkirina dozê, ti hesasiyeteke nîşan nedan. Derbarê 24 kesên ku Serdozgeriya Cumhuriyatê ya Stenbolê ji bo wan biryara lipeyneçûnê dan de, ti lêpirsîneke baş nehat kirin. Her çiqas ku ji bo lêpirsîneke berfireh gelek delîl hebin jî, îdianeme li gorî wan delîlên ku di rapor û dosyeyên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê, Dadgeha Bakirkoyê, Dadgeha Makeqanûnê hwk. de cih girtiye de nehatiye amadekirin. Ji ber van sedeman em daxwaz dikin ku biryara binpêkirinê were dayîn, îdianameya derbarê wan 24 kesan de were sererastkirin û ji bo lêpirsîneke berfireh biryar bê girtin.’
24 kesên ku derbarê wan de biryara lipeyneçûnê hatine dayîn wiha ne:
Ali Logoglu, Ali Çinar, Aptulla Ozturk, Arif Akkale, Ayhan Çelik, Bahadir Tekin, Bulent Koksal, Cemal Yanik, Coşkun Çelik, Davut Ateş, Engin Akçiçek, Ergun Gungor, Erkut Ersoy, Gurkan Kuşçu, Hayati Ozcan, Hikmet Çiçek, İbrahim Pala, İbrahim Gerçek, İbrahim Şevki Eldivan, İlhan Selçuk, İsmail Yildiz, İzzet Akdag, Kemal Kerinçsiz, Mehmet Ali Mutlu, Mehmet Fikri Karadag, Mesut Kiliçarslan, Murat Çakan, Mustafa Laleli, Nezat Mete, Oguz Evren Kiliç, Oktay Daştan, Oktay Yildirim, Ozcan Ozkan, Ozel Yilmaz, Salih Cihan, Selim Kutkan, Seyfi İnan, Tolgay Sivrikaya, Ufuk Kaba, Vedat Yenerer, Veli Kuçuk, Volkan Altunbulak û Yalçin Kara.
(EA/YO)