Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Doh parlamenê hikûmeta nû qebûl kir, îro dîwana wezîran li Qesra Çankayayê kom bûye. Bînalî Yildirimê serokwezîr kombûn bi rê ve biriye.
Piştî kombûnê cihgirê serokwezîrî, Nûman Kurtulmûşî got li dema qedexeya derketina derve li pênç navçeyan zerer li 6 hezar û 320 avahiyan bûye, ev avahî ji 11 hezar xaniyan pêk tên.
Kurtûlmûşî diyar kiriye maliyeta xerakirin û ji-nû-ve-avakirina xaniyan 855 milyon [Lîreyên Tirkan] e. (ÇT/MB)