Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Vîdeografîk: Yagmur Karagoz
Li gor agahiyên ku bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran ji 1ê Kanûna Paşiyê (meha yekem) a 2019ê heta 20 Çiriya Paşiyê (meha yazdehem) ya 2019ê ya kêm 302 jin kuştine, tûndkarî li 532 jinan kiriye.
Herî kêm 10 jinên hatîn kuştin ne hevwelatîyên Tirkiyeyê bûne. (Yek ji Azerbaycanê, du ji Sûriyeyê, du ji Efxanistanê, yek ji Iraqê, yek ji Çînê, yek ji Fasê û yek jî ji Ozbekistanê bûye.)
Ji sedî 68ê jinên hatîn kuştin mêrê wan, an jî yarê wan ê berê ew kurşutine.
Mêr, mêrê berê an jî yarê berê yê 198 jinan ew kuştine. Kek, bav an jî birayê 31 jinan ew kuştine. Cîran û hevalên 20 jian ew kuştine.
Lêzimên heşt jinan ew kuştine. Polîsekî jineka trans kuştiye. 23 jin hatine kuştin lê ji nûçeyan nehatiye zanîn ka kê ew kuştine.
Mêran ji sedî 49ê jinên kuştîn bi çekên gulexwer kuştine.
Mêran 149 jin bi çekên gulexwer, 74 jin bi kêran, 25 jin bi xeniqandinê û 20 jin jî bi lêdanê kuştine. Mêran du jin ji şaneşîna xaniyan avêtine. Ji nûçeyan nehatiye zanîn ka şêweyê kuştina 24 jinan çawa bûye.
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de 23 jin kuştine
Di meha Çiriya Pêşiyê de mirina 17 jinan (Stenbol û Antalya her yek jê 3, Konya û Aydin her yek jê du, Rîze, Bûrsa, Kocaelî, Denizlî, Hatay û Edene her yek jê yek) bi guman bûye.
Li Samsûn û Semsûrê mêran hiştine ku jin hewl bidin xwe bikujin. Mêrekî ku li Almanyayê dijî, ji bo hevjîna xwe la Tirkiyeyê bide kuştin pere daye yekî û xwestiye wê bikuje. Li Aydinê mêrekî hewl daye jina xwe bikuje.
Çapemeniyê mirina du jinên li Stenbol û Erzeromê bi gotinên “kuştinên failên wan nediyar” weşandiye. Li Bûrsayê mêrekî gefa kuştinê li hevjîna xwe xwariye. Mêrî biryara dûrxistinê çar caran binpê kiriye.
Li Stenbolê xwekuştina jinekê ya li rawestgeha metrobusê di çapemeniyê de bi gotinên “bi guman” hatiye weşandin.
Li Manîsayê jinekê zavayê xwe kuştiye ku êrîşa zayendî li ser wê kiriye. Jina ku mafê xwe yê rewa yê parastinê bi kar aniye, çûye xwe radestî cendermeyan kiriye.
Di meha Çiriya Pêşiyê de mêran tundkarî li 41 jinan kiriye û tecawiz li du jinan kiriye. Bi darê zorê karê seksê bi 85 jinan kirine. Istismara cinsî herî kêm li 33 zarokên keç kiriye û tacîz li 13 jinan kiriye.
Mêran di meha Îlonê de 37 jin kuştine
Di meha Îlonê de mirina 15 jinan (Edene, Artvin, Antalya -2-, Stenbol -4-, Balıkesir, Aydın, Îzmîr, Amed, Meletî, Erzîngan, Mûgla) bi guman bûye.
Mêran hewl daye ku çar jinan (Aydin, Karaman, Konya, Îzmîr) bikujin.
Mirina heft jinan di çapemeniyê de (Enqere, Samsun, Kayseri, Aydın, Wan, Samsun, Îzmîr) bi gotinên “xwekuştina biguman” hatiye nivîsandin. Yek ji van, karkereke karên malê ya ozbek bûye. Derketiye holê ku sîgorteya wê nehatiye çêkirin.
Mêran di meha Îlonê de gefa mirinê herî kêm li pênc jinan xwariye (Stenbol-2-, Enqere, Samsun, Duzce).
Di çapemeniyê de hewldana xwekuştina jinekê (Edene) weke kuştina biguman hatiye nivîsandin.
Mêran xwestiye ku du jin (Bûrsa, Kocaelî) hewl bidin xwe bikujin.
Mêran herî kêm tundkarî li 71 jinan kiriye. Mêran herî kêm tecawiz li sê jinan kiriye, bi darê zorê karê seksê bi 33 jinan kirine. Istismara cinsî herî kêm li 26 zarokên keç kiriye û tacîz li 13 jinan kiriye.
Mêran di meha Tîrmehê de 24 jin kuştine
Mêran ya kêm tûndkarî li 81 jinan kiriye. Herî kêm tecawiz li 10 jinan kiriye, karê seksê bi zorê li 59 jinan kiriye. Istismara cinsî li 19 zarokên keç, ya kêm tacîz li 34 jinan kiriye.
Mêran di heft mehên destpêkê yên 2019ê de ya kêm 184 jin kuştine. Tecawiz li 31 jinan kiriye, karê seksê bi zorê li 288 jinan kiriye, tacîz li 138 jinan kiriye û istismara cinsî li 139 zarokên keç kiriye. Mêran di van heft mehan de tundkarî li 312 jinan kiriye.
Ev hejmar di heft mehên destpêkê yên sala 2018ê herî kêm 140 jin bû. Di heman demê de mêran heft zarok jî kuştibîn. Mêran teciwaz li 42 jinan, taciz li 130 jinan kiribû. Bi darê zorê karê seksê li 338 jinan kiribû. 231 zarokên keç rastî istismara zayendî ya mêran hatibû û mêran 244 jin birîndar kiribû.
Di meha Tîrmehê de mirina 12 jinan (Wan, Manîsa 2, Tekîrdag, Balikesîr, Antalya, Samsun 2, Mûgla, Stenbol, Edene, Enqere) bi şik û guman bûye.
Mêran hewl dane ku jinekê (li Stenbolê) bikujin.
Di meha Tîrmehê de çapemeniyê ji bo kuştina jin û zarokekê/î weke bûyera ‘failên wê nediyar’ nivîsandiye (Colemêrg).
Li Stenbolê kirine ku jineke trans a bi navê Dîdem A û li Newşehîrê jî kirine ku jinek hewl bide xwe bikuje.
Mêran di meha Hezîranê de 34 jin kuştine
Mêran ya kêm tûndkarî li 72 jinan kiriye. Du jinên ku mêran tûndkarî lê kiriye trans bûne.
Mêran di şeş mehên destpêkê yên 2019ê de ya kêm 160 jin kuştine.
Ev hejmar di şeş mehên destpêkê yên sala 2018ê herî kêm 120 jin bû. Di heman demê de mêran heft zarok jî kuştibîn. Mêran teciwaz li 32 jinan, taciz li 102 jinan kiribû. Bi darê zorê karê seksê li 325 jinan kiribû. 189 zarokên keç rastî istismara zayendî ya mêran hatibû û mêran 212 jin birîndar kiribû.
Di heman mehê de mirina 12 jinan (Colemêrg 2, Antep, Sêwas, Tekirdağ, Erzincan, Çorum, Kütahya, Meletî, Burdur, Manisa 2) bi şik û guman bûye.
Kuştina du jinan di nûçeyan de wek “mirina biguman” hatiye nivîsîn.
Mêran di meha Gulanê de 27 jin kuştine
Mêran di sê pênc destpêkê yên sala 2019ê de 126 jin kuştine.
Ev hejmar di pênc mehên destpêkê yên sala 2018ê herî kêm 97 bû. Di heman demê de mêran heft zarok jî kuştibîn. Teciwaz li 30 jinan, taciz li 89 jinan kiribû. Bi darê zorê karê seksê li 280 jinan kiribû. 177 zarokên keç rastî istismara zayendî ya mêran hatibû û mêran 185 jin birîndar kiribû.
Mêrên ku di meha Gulanê de herî kêm tecawiz li sê jinan kiriye, bi darê zorê karê seksê li 64 jinan daye kirin. Mêran her wiha istismara zayendî li 39 zarokan kiriye û taciz li 28 jinan kiriye.
Di heman mehê de mirina 6 jinan (Enqere, Rize, Konya, Ordu, Tekirdag, Denizli) bi şik û guman bûye.
Mêran kiriye ku du jin (Sakarya, Denizli) xwe bikujin. Xwekuştina herî kêm çar jinan (Amed, Nigde, İzmir, Elazıg) jî di çapemeniyê de weke mirinên “biguman” hatine nivîsandin.
Li Stenbolê û Şirnexê laşê du jinan hatiye dîtin (Di çapemeniyê de ev kuştin weke kuştinên failên wan ne diyar hatiye nivîsandin. Jina li Stenbolê di wesayîtekê de hatiye dîtin ku hatiye şewitandin. Navê jina ku laşê wê li Şirnexê hatiye dîtin, Aslihan U. bû ye).
Mêran di meha Nîsanê de 31 jin kuştine
Mêran di Nîsana 2019ê de herê kêm tecawiz li du jinan kiriye û herî kêm 22 jin taciz kirine. Yek jê trans, 23 jin rastî tundkariya mêran hatine.
Di meha Nîsanê de neh jin (li Êlihê du, li her yek ji Çorûm, Kocaelî, Aydin, Stenbol, Îzmîr, Edene û Erziromê jinek) mirine ku mirina wan bi guman bûye.
Di heman mehê de çapemeniyê ew zanyarî weşandiye ku kujerê Najia Arabzaiya 30ê Adarê li Stenbolê hatiye kuştin hatiye zeftkirin. Her weha kujerê Dudu Çeştepeya ku di Tebaxa 2018ê de li Zongûldakê hatibû kuştin di Nîsanê de hatiye zeftkirin û çapemeniyê ve zanyarî weşandiye.
Li Aksarayê mêrekî hiştiye ku jinek xwe bikuje. Li Êlihê mêrekî xwestiye jinekê bikuje. Li Dêrsim û li Konyayê laşê du jinan hatiye dîtin. Her du bûyer jî di çapemeniyê de weke kuştinên failên wan nediyar hatine weşandin. Navê jina ku li Konyayê hatiye kuştin nehatiye zanîn, la li Dêrsimê Gulsum Taş bûye.
Mêran di meha Adarê de 22 jin kuştine
Mêran di sê mehên destpêkê yên sala 2019ê de 68 jin kuştine. Ev hejmar di sê mehên destpêkê yên sala 2018ê 66 bû. Mêran Adara 2019ê de herê kêm tecawiz li şeş jinan kiriye û herî kêm heft jin taciz kirine.
Mêran di vê mehê de istismara zayendî li heşt zarokên keç kirine, herî kêm 20 jin birîndar kirine. Her weha bi darê zorê karê seksê herî kêm li 22 jinan kirine.
Mêran yek li Enqereyê yek jî li Edeneyê, xwestine du jinan bikujin. Li Stenbol û Enqereyê du jin mirine ku mirina wan bi guman bûye.
Mêran di meha adarê de li Samsûn û Stenbolê gefa kuştinê li du jinan xwariye. Beriya niha bi 14 salan li Antalyayê jinek hatibû kuştin, failê bûyerê di Adara 2019ê de hatiye dîtin. Li Antalyayê du jinan xwestiye ku xwe bikujin. (M. U. ya ku nehiştine xwe bikuje gotiye ku ji ber mêrê tecawiz lê kiriye serbest maye wê xwestiye xwe bikuje).
Mêran di Sibatê de 23 jin kuştine
Mêran di heman mehê de istismara cinsî li 15 zarokên keç kirine, herî kêm 25 jin birîndar kirine. Bi darê zorê karê seksê herî kêm li 62 jinan kirine.
Mirina du jinan (Enqere-Aydin) di çapemeniyê de weke mirinên “biguman” hatine nivîsandin. Mêran gefa kuştinê li du jinan xwarine.
Bûyera kuştina sê jinan di çapemeniyê de weke “kuştinên failên wan ne diyar” hatine nivîsandin. Di Sibata 2019ê de derket holê ku kesê Shakila Qudusi (38) ya efxanî û zarokên wê Navid (8) û Maryam (3) di meha 27ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê de kuştiye, mêrê wê A. Q. yê 28 salî bûye.
Mêran xwestiye ku du jinan bikujin. Bûyer li Stenbol û Bûrsayê çêbûne û xetereya li ser jinan berdewam dike.
Mêran di Kanûna Paşiyê de 23 jin kuştine
Jineke ku hatiye kuştin Hande Kader Şeker a trans e û li Îzmîrê hatiye kuştin. Her weha yek ji wan jî Esra A. ya ku dîsa jineke trans bûye. Esra A. li Stenbolê hatiye kuştin.
Mêran di heman mehê de tecawiz li çar jinan kiriye, karê seksê bi darê zorê li pênc jinan daye kirin û taciz li heft jinan kiriye. Mêran istismara zayendî li 10 keçan kiriye û herî kêm tundkarî li 27 jinan kiriye, ew birîndar kirine.
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê* de du jin kuştine lê ev bûyer di meha Kanûna Paşiyê ya 2019ê de di çapemeniyê de hatiye weşandin.
Her weha di heman mehê de guman li ser bûyera kuştina çar jinan hebûye. Kujerên sê jinan nehatine diyarkirin.
Mêran xwestiye çar jin û zarokekî/ê bikujin. Kujerên du penaberên efganî nehatine diyarkirin.
(EMK/EO/MB)