Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kesên LGBTİQ+ eşkere kirine ku YouTube û Google reklamên li ser LGBTİQ+an sansûr dike. Platformek hatiye çêkirin û platform ê bi sûcê “cidaxwaziyê” doz li YouTube û Googleyê vekin.
Di nav wan kesên dê dozê vekin de Bria kam(stranbêj), Chrissy Chambers(lîstikvana fîlman), Amp Somers, Chase Ross hene.
Mafparêzan nivîse amade kiriye û bi hevoka “selam gelo hûn li ser seksê ti tiştan dizanin an na?” dest pê dike.
Berdevkê YouTubeyê sûc li ser xwe qebûl nekir. Bi navê berdevkê YouTubeyê hat eşkerekirin ku:
“Di nav polîtîkayên me de têgehên wek mêla zayendî, nasnameya zayendî nînin. Sîstemên me vîdeoyên “hevzayend” an jî “trans” tê de asteng nake.”
Sala 2006ê Googleyê YouTube kirîbû. Li gor polîtîkayên malperê vîdeoyên “pornografî, reklam, tûndkarî, tehdîd û sûc tê de nayên weşandin.”
(MB)
Çavkanî: BuzzFeed/Wikipedia.