Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kolektîfa Hûnerê ya Dramaqueerê dê ji bo Hefteya Rûmetê bernameyên xwe pêk bîne. Kolektîf dê karên li ser Zayenda Civakî û polîtîkayên li ser bedena mirovan bikin û nîşan bidin.
Çalakîyên Dramaqueerê dê ji 24ê Hezîranê heta 30ê Hezîranê bidome. Mêvana îro Ozlem Unlu ye. Ew ê berhemên xwe nîşan bide. Unlu bi pêşangeha xwe ya bi navê “Alfabeya Erotîk ya Tirkî” tê nasîn.
Îrem Yilmazê bernameyeka bi navê “Queerwall” dabû dest pê kirin, ew çalakî wek dewama wê ne.
Pêêşangeha Ozlem Unluyê ya bi navê “Ozlema Mîratxwer” dê îro bê pêkanîn. DJ Rambo Mozart dê di pêşangehê de mûzîkê lê bide.
Kargeh, pêşangeh û çalakî dê hefteyekê bidome.
(EMK/MB)