Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bi+ Pride cara yekem e ku dê li Tirkiyeyê dest bi çalakîyan bike. Çalakîyên wê dê 28-29ê Hezîranê li Stenbolê bêne pêkanîn.
Armanca Bi+ Prideyê belavkirina agahîyên li ser bîseksûelîyê û çalakîyên li ser polîtîkayên li ser bîseksûelîyê ye.
28ê Hezîranê çalakîya pêşiyê dê dest pê bike. Kesên Bîseksûel dê li parka Maçkayê kom bibin. Amadekaran daye zanîn ku:
“Em ê li ser mêrgê xwe pehn bikin û sohbetê bikin. Em ê hevdu nas bikin. Hûn ne mecbûr in bi xwe re tiştên xwarin û vexwarinê bînin. Lê heke hûn bînin bila we hay jê hebe ku tiştên we anîn bila tiştên hûn bînin vegan bin.”
Çalakîya duyem jî dê 29ê Hezîranê be. 20 kes dê bikarin beşdarî kargehê bibin. ew kesên ku dixwazin beşdarî kargehê bibin divê bi vê navnîşana dîjîtal daxwazê bikin: [email protected]
Mijarên kargehê bîseksûelî, bîfobî û mijarên girêdayî van mijaran in.
(EMK/MB)