Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kesên LGTBI(Lezbîyen, Gey, Transeksûel, Bîseksûel û Interseksûel) dê 17-23yê Hezîranê li Izmîrê û 14-16ê Hezîranê li Antalyayê ji bo rûmetê bimeşin.
Dirûşma bernameya rûmetê ya Izmîrê “bi tenê meş ne bes e, em hemîya bajarî dixwazin” e.
Bixwîne - Hefteya Rûmetê ya LGBTI+yan wê li Stenbol, Mêrsîn û Îzmîrê bi rê ve biçe
Amadekarên bernameya rûmetê yên Izmîrê diyar kiriye ku fobîyeka du zayendan li ser wan heye û ew hemî kesên LGBTI vedixwînin bernameyê. Da ku kesên LGBTI jî hebûna xwe diyar bikin.
Kesên ku dê bimeşin dê 22yê Hezîranê siet 18.00ê li ber derîyê Eski Leman Kulturê kom bibin û bimeşin.
Ji bo mezinkirinê wêneyî bitikîne.
Hûn dikarin bernameyên bi zimanê tirkî yên herdu çalakîyan li vê nûçeya me bibînin.
(AO/MB)