Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîteya Hefteya Rûmetê ya LGBTI+yan derbarê bernameya 27em Hefteya Rûmetê ya li Stenbolê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Hefteya Rûmetê wê di navbera 24 û 30ê Hezîranê de pêk bê. Her weha îsal wê mijara bernameyan di bin navê “Ekonomî çiye kemê?” de li dar bikevin.
Komîteyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Ev krîza ku îro heye, ji bo LGBTI+yan ne nû ye! Em bi salan e li wan karên ku em nikarin bi dest bixin, li dibistanên ku nikarin tê de bixwînin, li malên ku nikarin tê di bjîn, li jiyanên me yên bêewle de her kêliyê vê krîzê tecrûbe dikin. Ev krîza ku bêyî li nasnameyan bipirse herkesî mexdûr dike, bi qasî ekonomîk e di heman demê de polîtîk e jî. Em vê ji tecrubeyên xwe dizanan.”
Li Mêrsînê wê di meha Tîrmehê de pêk were
Li Mêrsînê jî bernameya 5em a Hefteya Rûmetê wê di navbera 1 û 7ê Tîrmehê de li dar bikeve. Mijara îsal “giftûgo” ye.
Li Îzmîrê 7em Meşa Rûmetê ya LGBTI+yan wê di 22yê Hezîranê de bi rê ve biçe. Sazî û dezgehên LGBTI+yan ên li Îzmîrê, ji bo meşê bang dikin û dibêjin kesên dixwazin beşdar bibin bila li ber Sturbucksê ya li Kolana Kibris Şehitleriyê kom bibin. (EMK/FD)