Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Brezîlyayê, ew kesên ku bi tevgerên homofobîk an jî transfobîk tevdigerin dê sê sal cezayê girtinê bistînin.
Ji 11 endamên dadgehê 5 endaman nexwestiye û 6 endaman xwestiye homofobîû transfobî wek sûc bê qebûlkirin.
Cihgirê serokê dîwana dadgehê, Luiz Fuxî diyar kiriye ku “tûndakariya homofobîk berbelav bûye” û ev yek jî qasî tûndkariya fizîkî wan dixe di fikarê de.
Sîyasetmedarê gey, David Mirandayî gotiye:
“Em ê çavên neneqînin(negirin) ku her roj tecawiz tê kirin û xelk têne kuştin.”
“Heke mirovak bi tenê ji ber hebûna xwe bê tehdîdkirin. Hingê em ê nekarin behsa hebûnekê bikin em bi tenê dikarin behsa berxwedanekê bikin.”
Serokdewletê Brezîlyayê Jair Bolsonaro gelek caran gotinên homofobîk dibêje. Ev yek wan kesên LGBT dixe fikarê.
Li Brezîlyayê herweha ji 2013ê ve kesên hevzayend bi qanûnî dikarin bi hev re bizewicin.
(EMK/MB)