Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Dadgeha Îdarî ya Herêmî qedexeya li ser çalakiyên LGBTI+yan rakir, Piştgiriya bi ODTU (Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn) LGBTI+yan re aşkere kiriye ku ew ê 9em Meşa Rûmetê di 10ê Gulanê de pêk bînin.
Lê Rektoriya ODTUyê roja 6ê Gulana 2019ê ji xwendekaran re e-mail rê kiriye û tê de gotiye ku wan çalakiyên LGBTI+yan ên di navbera 7 û 12ê Gulanê de wê li zanîngehê çêbibin, qedexe kiriye.
Ozgur Gur, yek ji çalakvanên Piştgiriya bi ODTU LGBTI+yan re ji bianetê re gotibû, ew ê biryara qedexeyê bibin ber destê dadgehê û biryar dijhiqûqî ye.
Çalakvanan daxwaza piştgiriyê kirine
Çalakvanan îro daxuyaniyek nivîskî weşandiye û gotiye ku ew ê di 10ê Gulanê de çalakiya xwe pêk bînin. Her weha daxwaza piştgiriyê kirine.
Dîsa roja 9ê Gulanê saet di 20.00ê de wê li ser Twitterê bi hashtaga #ODTÜyeRenkVer (Rengê xwe bide ODTUyê) çalakiyekê bi rê ve bibin. (EMK/FD)