Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di sala 2018ê de ya kêm 255 jin û 20 zarok kuştine. Ji 20 zarokan sê hêj bebik bûne.
Herweha mêran 39 mêrên di dema bûyeran de li nik jinan bûn/an jî hewil dane bibin astengê bûyeran kuştine.
Mêran tecawiz li 61 jinan kiriye; tacizli 188 jinan kiriye; îstismara cinsî li 347 zarokên keç kiriye, ya kêm 380 jin birîndar kirine. Mêran bi zorê karê seksê li 516 jinan daye kirin.
Mêran di pênc salên dawiyê de 137 jin kuştine, 2075 jin birîndar kirine.
Ji bilî van bûyerên kuştinê. 10 kesên failên bûyerên kuştinê di vê salê de hatine tespîtkirin. Antalya (1), Amed ( 2), Elezîz (1), Stenbol (1), İzmir (2), Mêrsîn (2), Sinop (1)
Di sala 2018ê de failên deh bûyerên kuştina jinan nehatine tespîtkirin.
Antalya (1), Stenbol (2), İzmir (3), Kilis (1), Kocaeli (1), Konya (1), Mêrdîn (1)
40 termên jinan hatiye dîtin ku guman heye hatibin kuştin. Yek ji wan jinên mirî trans bûye.
Edene (3), Agirî (1), Enqere (2), Antalya (1), Bursa (3), Amed (1), Hatay (2), Stenbol (5), İzmir (5), Karaman (1), Manisa (1), Mêrsîn (2), Muğla (2), Samsun (1), Tekirdağ (4), Rûha (3), Wan (2), Zonguldak (1).
Mêran hewil dane 18 jinan bikujin. Hewreha mêran hewil dane 16 jinan jî birevînin. Dema mêran xwestine hin jinan birevînin zarokên wan jî li nik wan bûne.
Begüm Bakiyê agahiyên li medyayê berhev kirine. Evrim Kepenekê afîş amade kiriye. MYRA Ajansê vîdeo çêkiriye. Mîtra Demîrelê deng daye vîdeoya kurdî.
Ji bo mezinkirinê înfografîkan bitikînin.
(EMK/MB)