Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Kaos GLyê Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya 2018ê amade kiriye, li gor raporê: 1130 nûçeyan palpiştîya pêşhikmên li ser LGBTIyan kirine.
Deh sal in ku komeleya navborî raporan amade dike û lê dikole ka behsa kesên LGBTI çi qasê û bi çi awayî di medyayê de heye. Ali Erol, Ali Özbaş, Aslı Alpar, Gözde Demirbilek û Yıldız Tar rapor amade kiriye.
Daneyên ji raporê
*Li gor raporê ji sedî 50yê nûçeyên nivîskî(1148 nûçe) li gor nûçegihaniya mafparêz hatine amadekirin.
*Bi tenê di 671 nûçeyan de rêz li kesên LGBTI hatiye girtin.
*Di 93 nûçeyan de rêbazên têkoşîna li dijî binpêkirina mafan cih girtiye.
Nûçeyên mafparêz
*Piraniya nûçeyên mafparêz(1148 nûçe) bi tenê mafên bingehîn yên LGBTIyan parastine(671 nûçe, ji sedî 58)
*Ji sedî 16ê hemî nûçeyan de agahiyên di heqê cidaxwaziya li kesên LGBTIyan têne kirin cih girtiye.
*Di 123 nûçe û nivîsan de saziyên LGBTIyan an kesên LGBTI wek armanca êrîşê hatine nîşandan.
*Di 783 nûçe/nivîsan de agahiyên xelet yên di heqê LGBTIlan de hene.
Jimara nûçeyan
*Jimara nûçeyên li ser LGBTIyan de: Cumhuriyet 159, Hürriyet 148, Yeni Akit 111, BirGün 110, Evrensel 100, Milliyet 83, Habertürk 71, Posta 67, Vatan 41, Şok 34.
(EMK/MB)