KuirFest wê bi filmê “Love, Scott” dest pê bike
![KuirFest wê bi filmê “Love, Scott” dest pê bike](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/204/746/original/kuir_fest.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
8em KuirFest a Pembe Hayatê wê 24ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) li Navenda Çandê ya Fransizê ya Stenbolê dest pê bike. Festîval wê bi filmê bi navê “Love, Scott” (Bi Dildarî, Scoot) dest pê bike. Bernameya festîvalê wê di heman şevê de li Anahit Sahneyê ya li Beyoglûya Stenbolê bi konser û partiyekê berdewam bike.
Esra Ozban, Koordînatora KuirFestî diyar kir ku ew û ekîba xwe îsal di nava şert û mercên zehmet de derbas dibin. Ji ber ku ji Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê û vir ve li Enqereyê çalakî û bername hatine qedexekirin, wan jî bernameya xwe ya li Enqereyê betal kiriye. Ji ber wê navenda festîvalê îsal Stenbol be. Paşê jî di meha Adarê de li Denizli û meha Nîsanê jî wê li Mêrsînê çêbibe.
Di çarçoveya bernameyê de film û belgefilmên li ser her cure cidaxwaziya ku LGBTI+ rastî wan tên, wê bên nîşandan. Her weha wê atolye derbarê heman mijarê de çêbibin. 25ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) bi beşdariya LGBTI+yên ku li şîrketa bi navê Kuir Mensucat A. Ş.yê kar dikin wê li Kiraathaneyê gotûbêjek bi rê ve bibe.
Hin film û belgefilmên ku wê bên nîşandan ev in:
Laşê Bi Elektrîk (Corpo Electrico, 2017) Terror Nullius, 2018, Malila: Kulîlka Xwatirxwestinê (Malila: A Farewell Flower, 2017), Minyatur (Retablo, 2017) û Rafiki (2018).
Li Vir Demokrasî Nîne (No Democracy Here, 2017), Dykes, Camera, Action!, 2018, İnterseks (Entre Deux Sexes, 2017), Pêwendiya Bi Gerdûnê re (A Deal with the Universe, 2018), Kaliarnta: Lûbuniya bi Yewnanî (2015), Lunadigas ango Derbarê Jinên Bêzarok De (Lunadigas or ‘Concerning Childfree Women’, 2016), Bi Dildarî, Scott (Love, Scott, 2018) û Bixa Travesty, 2018.
Ji bo programa KuirFestê bitikîne
(EMK/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN HEZÎRAN 2024
Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin
![Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/07/02/erkekler-haziranda-34-kadini-oldurdu.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN GULAN 2024
Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin
![Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/06/men-killed-40-women-in-may.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN NÎSAN 2024
Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin
![Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/07/erkekler-nisanda-30-kadini-oldurdu.jpg)
Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
![Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/01/emek-meslek-orgutleri-sarachane-den-taksim-meydani-na-yuruyecek.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN ADAR 2024
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
![Mêran di Adarê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/03/erkekler-martta-24-kadini-oldurdu.jpg)