Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
28ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) a 2018ê roja şemiyê, li bajarê Lahorê yê Pakistanê yekem Meşa Rûmetê ya Transan çêbûye. Di dema meşê de ji hikûmetê hatiye daxwazkirin ku ji bo parastina mafên transan reforman çêbike.
Yasaya (Parastina Mafên) Mirovên Trans Gulana 2018ê, li Parlamentoyê hatiye qebûlkirin. Yasa wî mafî dide welatiyan ku di belgeyên fermî, pasaport û nasnameyan de ji bilî nasnameyên nêr, mê hin nasnameyên din ên ne di nava sîstema zayenda civakî de bikaribin bi kar bînin.
“Yasa hîna nehatiye pêkanîn”
Neeli Rana, çalakvana trans ji Express Tribune-ê re axivî ye û wiha gotiye:
“Ji ber ku yasa pejirandine em spasiyên xwe pêşkêşî hik3umetê dikin. Di dîroka Pakistanê de cara yekem e ku mafên transan hatiye naskirin. Protesto û derketine kolanan mafê me ye. Niha pêkanîna vê yasayê di berpirsiyariya hikûmetê de ye. Her çiqas ku hatibe qebûlkirin jî, hîna nehatiye pêkanîn.”
Hîna jî li hemberî mafên LGBTI+yan yasa hene
Transên pakistanî ji bo yekem Meşa Rûmetê ya Transan parastina yasayî ji hikûmetê daxwaz kirine. Digel sazkirina yasayên nû, trans di nava civakê de rastî dijminahiyê tên. Di meha Tebax û Îlonê ya 2018ê de jî tu jinên trans hatine kuştin.
Dîsa digel pêşketinan, li gorî ew yasaya ku ji dema mêtingehiyê “geybûn” dijyasayî tê qebûlkirin. Kesên gey, bi cezayê girtine dikarin bê cezakirin ku ev ceza heta 10 salan jî tê dayîn. Herweha li hemberî cidaxwaziyê ji hêla yasayê ve nayên parastin. (EO/EMK/FD)
* Çavkanî: Pink News