Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kolektîfa Weşangeriya Femînîst 20-23yê Îlonê Kampa Weşangeriya Femînîst li Sapancaya Stenbolê pêk aniye.
Beşdaran çar rojan bi nêrîna femînîst behsa hemî aliyên weşangeriyê kirine. Minaqeşe li ser nûçegihaniya zayenda civakî, vîdeo-aktîvîzm, tecribeyên rojnamegerên jin, weşangeriya online hatine kirin.
Gulîz Saglama belgefîlmçêker, Ferya Saygiligîla akademîsyen, edîtora nûçeyên LGBTI û jinparêz ya bianetê Çiçek Tahaoglu, Burcu Karakaşa rojnameger, femînîsta ji Çatlak Zemînê Ecem Ozturk û Doç. Dr. Sevilay Çelenk li ser weşangeriya femînîst behsa tecribeyên xwe kirine.
Armanca kolektîfê ew e ku dê minaqeşeyên hatîn kirin li malperekê kom bike.
(ÇT/MB)