Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji 91 welatan 12 hezar û 700 werzîşvanên LGBTI ji bo 10em Lîstikên Hevzayendan (Gay Games) li Parîsê hatine ba hev.
Bername 4ê Tebaxê li Stadyûma Jean Bouinê dest pê kiriye û di vê bernameyê de Anne Hidalgo Şaredara Parîsê, Laura Flssel Wezîra Sporê û Jean Paul Gaultier dîzaynirê cilûbergan jî di nav de gelek kes amade bûne.
Pêşbirk cara pêşiyê sala 1982yê li San Franciscoyê dest pê kiriye û ji wê çaxê û vir ve, her ji çar salan carekê li welatekî cida çêdibe. Li gel Wezareta Sporê, Wezareta Çandê ya Fransayê û Şaredariya Parîsê gelek şîrketên mezin jî piştgiriyê didin bernameyê.
Di bernameyê de wê pêşbirkên 36 cureyên cida ên sporê, panel, pêşangeh û tûrên geştiyariyê çêbibin.
Li gorî rêxistina SOS Homophobie ya navenda wê li Fransayê ye, li Fransayê ji sala 2016ê heta 2017ê êrîşên homofobîk ji sedî 15 zêdetir bûne.
Fransayê wekheviya zewacê sala 2013ê pejirandibû. (ÇT/FD)