Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kaos GL anketa “Di bicîkirina karî de LGBT+ ya 2018ê” daye dest pê kirin. Tê armanckirin ku rewşa bicîkirina karî ya di saziyên dewletê û şîrketên taybet de ya LGBTIyên li Tirkiyeyê bê tespîtkirin û polîtîkayên bicîkirina karî de bên pêşxistin. Ji ber wê jî daxwaz ji LGBTIyan tê xwestin ku beşdarî anketê bibin.
Anket ji sala 2015ê û vir ve her sal tê çêkirin û îsal wê bi Navenda Lêkolînên Zayenda Civakî û Jinan a Zanîngeha Kadîr Hasê re bê çêkirin.
Heta 31ê Tebaxa 2018ê hûn dikarin beşdarî anketê bibin.
Kesên li şîrketên taybet kar dikin dikarin vê lînkê bitikînin
Kesên li saziyên dewletê kar dikin dikarin vê lînkê bitikînin
Daneyên şexsî yên beşdarên anketê wê bên parastin. Nav û agahiyên şîrketa ku tê de kar dike, nayên xwestin. Navnîşanên Ipyê nayên dîtin û nayên tomarkirin.
Kaos GL hewl dide ku hejmara beşdaran îsal zêdetir bike û bang li sazî û kesayetiyên beşdar dike ku vê xebatê bi derdora xwe re par ve bikin. (ÇT/FD)