Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikînin
Komeleya Pembe Hayatê daye zanîn ku dema daxwaza beşdariya li KuîrFesta 8. dest pê kiriye. Ew kesên dixwazin beşdarî festîwalê bibin dê heta 1ê Çiriya Pêşiyê bikarin daxwazê ji komeleya navborî bikin.
Bixwîne- Li Stenbolê 7. Pembe Hayat Kuirfest dê bê pêk anîn
Li Enqereyê hemî çalakiyên LGBTan hatibûn qedexekirin. Bi Kuîrfesta 7. li 8 bajarên 4 welatan çalakî hatine pêkanîn.
Bixwîne - Walîtiya Enqereyê Rojên Filman ên LGBTİyê betal kir
Pembe Hayatê şertên beşdariya li festîwalê eşkere kirine.
Şert û merc
*Divê dirêjefîl an kurtefîlm li ser LGTIyan be an jî berhema kûîran be.
*Ji bo xwediyên dirêjefîlm û kurtefîlmên daxwaza beşdariyê belaş e. Ew kesên ji derveyê Tirkiyeyê daxwazê dikin divê 5 dolaran bidin(ji bo xwendekaran 3 dolar).
*Divê kurtefîlm ne ji 25 deqîqeyan dirêjtir bin.
*Fîlmên ku zimanê wan ne ingilîzî ne divê bi jêrnivîsên bi ingilîzîyê bêne şandin.
Ji bo agahiyên berfirehtir yên bi zimanê tirkî vê derê bitikîne.
(ÇT/MB)