Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya SPoD LGBTIyê diyar kir ku êrîş li ser navenda wan hatiye kirin, polîsan jî alîkariya êrîşkaran kiriye, ji ewlehiya xwe ew ê demekê deriyê navenda xwe bigire, hemî karên xwe bi paş de bide.
Herweha komeleyê xebatên xwe yên ji bo hefteya rûmetê betal kirine. Wê Atolyeya Kuir Zumbayê sekinandiye û nîşandana fîlman jî sekinandiye.
26ê Hezîranê dema ku li komeleyê pisporan li ser enfeksîyonên bi rêya sekskirinê belav dibin ders didan hinekan bi kulman li deriyî dane.
Ma hûn mêr in!
Wan kesên li deriyî dayîn gotine ew gelek kes in û ew ê deriyî bişkênin. Wan kesên li komeleyê telefonî polîsan kiriye. Ew kesên hatîn û diyar kirîn ew polîs in nasnameya xwe ya polîsîyê nîşan nedaye. Wan jî dest bi tehdîdan kiriye û gotiye:
“Ma hûn ne mêr in, qey hûn ji mêrê li derve ditirsin.”
Birêvebirekê komeleyê di vê demê de hatiye ber deriyê komeleyê, êrîşkaran ew hingaftiye. Polîsan midaxele nekiriye. Birêvebirî xwe gihandiye hundirê komeleyê û ji êrîşê xelas bûye.
Polîsan li navenda komeleyê dest bi lêgeriyanê kirine, tiştek nedîtiye û midaxele li êrîşkaran jî nekiriye û çûne.
(ÇT/MB)