Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtîya Enqereyê hemî kiriyar û çalakiyên LGBTyê(lezbîyen, gey, transeksûel, bîseksûel) qedexe kiribû, li ser vê yekê Komeleya Pembe Hayatê doz li walîtîyê vekiribû. Yekem civîna ji bo dozê hat pêkanîn.
Li gor nûçeya Yildiz Tarî ya li Kaos GLyê li ser navê Kaos GLyê parêzera Hayriye Kara û Kerem Dikmen û li ser navê Pembe Hayatê jî Emrah Şahînê parêzer beşdarî dadkirinê bûne.
Parêzeran diyar kiriye ku Walîtîya Enqereyê bi awayekê neqanûnî mafên wan binpê kiriye.
Çi bûbû?
Walîtîya Enqereyê hemî çalakiyên rêxistinên LGBTyê(lezbîyen, gey, transeksûel, bîseksûel) qedexe kiribû, komeleyên KaosGL û Pembe Hayatê ji bo betalkirina biryarê doz vekirin. Dadgehan daxwaza komeleyên LGBTyê red kir.
Bixwîne - Walîtiya Enqereyê ji bo demeke nediyar bernameyên LGBTİyê qedexe kirin
Li gor nûçeya Yildiz Tarî Dadgeha Îdareyê ya 4. a Enqereyê diyar kiriye “biryar dê rewşeka welê çêneke ku neyê telafîkirin an jî telafiya wê zehmet be û biryar rasterast ne li dijî hiqûqê ye.”
Walîtî: Li gor rêziknameyê ye
Walîtîya Enqereyê di parastinnameya xwe de eşkere kiriye ku biryar di dema Halê Awarte de hatiye dayin. “Mafên bingehîn” nehatine binpêkirin û biryar ne li dijî hevpeymanên navneteweyî ye.
Hiqûqa derengmayî
Parêzerê ku li ser navê Kaos GLyê doz vekiribû, Kerem Dikmenî diyar kiriye walîtîyê di 19ê Çiriya Paşiyê de biryara qedexeyê îlan kiriye. Wan di 20 Çiriya Paşiyê de doz vekiriye lê 25ê Kanûna Paşiyê de dadgehan biryar dane.(ÇT/MB)