Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Avaker û berpirsa kovara Feministiskt Perspektivyê ya swêdê, Anna- Klara Bratt û şêwirmenda perwerdeyê ya Weqfa Ragihandinê ya IPS ya di heman demê de derdêra Zanîngeha Kadir Hasê ya, Sevda Alnkuş axivîn. Koordînatorê Projeya Medya û Ragihandinê ya Kaos GLyê Yildiz Tar bername bi rê ve bir.
Işil Elçîn axivî
Konferans li ser van mijaran bû: Jin û ew kesên LGTBI li medyayê çi qasê cih digirin, zimanê nûçeyan çawa ye, divê nûçeyên li ser LGBTIyan û jinan çawa bê çêkirin.
Koordînatora projeyê Oznûr Subaşi li ser “atolyeya nûçegihaniya zayendparêz axivî.”
Editora Kitêbxaneya Nûçegihaniya Zayendparêz, Işil Elçîn li ser kitêxaneya dîjîtal axivî. Ali Şeçkin Karayolî ew kitêbxane dîzayn kiriye. Nûçe, analîz, hevpeyvîn, ferheng û rêbera ji bo nûçegihaniya zayendparêz dê li malperê cih bigire.
(Ji rastê ve) Anna Klara Bratt, Yildiz Tar, Sevda Alankuş
Brattê got li Swêdê bi yasayan maf gelek baş hatine parastin lê hê jî di pratîkê de gelek jin têne tacizkirin.
Alankuşê got ne bi tenê mêr nûçeyan dinivîsin herweha nûçe bi xwe bi mejiyê paderşahane têne nivîsîn.
Anna-Klara Bratt
Weke parazvana mafên femîzmê, rojnameger û sendîkavan a Swêdî gelek erk girtiye ser xwe. Di navbera salên 1999 û 2004ê de di rojnameya sendîkayekê de ya bi navê Arbetarenê (Karker) de weke jina yekem bû berpirsê weşanê. Di wan salên ku berpirsiyartiya weşanê kiriye de, rojname bi xeta xwe ya feminîst û wekheviya zayendî de hatiye nasîn. Di rojnameyê de, hejmara jin û mêran ên edîtor, qunciknivîs û xebatkaran weke hev bûne. sala 2007ê pirtûkek bi navê Wekheviya Zayendî nivîsandiye. Kanûna Paşiyê ya sala 2011ê kovara heftane ya online ya bi navê feministisktperspektiv.se yê ava kir û ji wê rojê û vir ve berpirsa weşanê ya giştî ye di kovarê de.
Sevda Alankûş
Şewirmenda perwerdeyê ya BİAyê, li Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Kadîr Hasê Profesor Doktor e. Fakulteya Zanyariyên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê qedandiye. Li heman zanîngehê li ser Zanista Siyasetê û Rêveberiya Civakî master û doktora qedandiye. Di navbera salên 1988 û 1989ê de li Zanîngeha Leedsê xebatên xwe yên akademîk berdewam kiriye. Di navbera salên 1982 û 1999ê de li Fakulteyên Ragihandinê yên Zanîngehên Ege û Enqereyê ders daye. Di beşa Zanistên Ragihandinê de navên doçentî û profesorî wergirtiye. Dema li Fakulteya Ragihandin û Xebatên Medyayê ya Zanîngeha Dogû Akdenîzê dekan bûye (199-2008) Navenda Lêkolîn û Ragihandinê ya ji bo Aştiyê ava kiriye. Ji sala 1999ê û vir ve weke şêwirmenda perwerdeyê ya Tora Ragihandinê ya Serbixwe, edîtoriya weşanên Weqfa IPSyê meşandiye. Li ser medyaya alternatîf, rojnamegeriya aştîxwaz, rexneya medyaya femenîst û yên weke wan lêkolînê dike.
Yildiz Tar
Di sala 2010ê de li Zanîngeha Bogazîçiyê ji dayik bûye ku di vê salê de nav û zayendiya xwe ya malbat û civakê lê kiriye ret kiriye. Di Ozgur Radyoyê de programa bi guftûgoyê ya LGBT ya bi navê “Sohbetên Keskesorê” pêşkêş kiriye. Weke nûçegîhan di Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) de kar kiriye. Pirtûka bi navê “Rêheval Ez Îbne me: Ezmûna Çepê ya bi LGBTyê re” nivîsandiye. Pirtûka bi navê “Em ji (zayend)guherînê têrnebûn”, “Li Medyayê Gotinên Nefretê yên li Hemberî LGBTIyan” ya Kaos GL û Pembe Hayatê derxistiye û ya bi navê “Di Kar de cidaxwazî” ya ji hêla Kaos GLyê ve hatiye derxistin amade kiriye. Niha edîtora malpera nûçeyan a bi navê KaosGl.orgê ye.
(HK/EU/MB)