Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ji ajansan berhev kiriye mêran di meha pêşiyê ya sala 2018yê de herî hindik 13 jin, 2 zarokên keç û du mêrên ku di dema kuştina jinan de li cem wan bûne kuştine. Tecawiz li 5 jinan kirine, destdirêjiya 12 jinan kirine. Hiştine ku 9 jin bi darê zorê karkeriya seksê bikin, istismara zayendî li hemberî 30 zarokên keç kirine û 41 jin jî birîndar kirine.
Ji bilî van bûyeran;
* Jinek ji hêla birayên xwe ve hatiye revandin. Ji ber ku giliyê birayê xwe nekiriye lêpirsîn nehatiye vekirin, jin li stargehê hatiye bicîkirin.
* Mêrekî, jina xwe û du keçên xwe bi çekê dîl girtiye.
* Mêrekî gefa mirinê li wê jina xwe xwariye ku dixwest ji mêrê xwe cuda bibe.
* Termê jinekê hatiye dîtin ku guman heye hatibe kuştin.
* Jineke ku rastî istismara zayendî ya bavê xwe hat, xwe kuşt.
* Failê kuştina du jinan nehatiye diyarkirin.
* Vê mehê jî hat îdiakirin ku li Wanê du jinan xwe kuştine.
* Failên kuştina du jinên ku di salên 2014 û 2017yê de hatine dîtin.
Li gorî çeteleya bianetê, mêran sala 2017yê herî hindik 290 jin, 22 zarok û 34 mêrên ku di dema kuştina jinan de li cem wan bûne kuştine. Tecawiz li 101 jinan kirine, 247 jin rastî destdirêjiya mêran hatiye. 376 zarokên keç rastî istismara zayendî ya mêran hatine û 417 jin birîndar kirine. Ji bilî van kuştinan; * Kujerên 14 jinan nehatiye diyarkirin. * Termê 10 jin û 2 zarokên keç hatine dîtin ku guman heye hatibin kuştin. * Hat îdiakirin ku 14 jinan xwe kuştiye. * Jineke ku xwestine bi darê zorê bidin zewicandin, xwestiye xwe bikuje. Çeteleya 2017yê ya bianetê bi şêwekariya Cem Dînlemîşî di demeke kurt de wê li ser malpera bianetê bê belavkirin! |
Kuştina jinan
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de herî hindik 13 jin kuştine. Herweha mêran du mêrên hewil dayîn ji bo kuştina jinan bibin asteng jî kuştine. 2 jin jê penaberên ji Sûriyeyê, 2 jê jî penaberên Efxenîstanê bûn.
Ji sedî 31ê jinên hatîn kuştin ji ber ku hewil dane ji mêr/partnerê xwe cida bibe an jî teklîfa lihevhatinê ya wan qebûl nekirine hatine kuştin.
Ji sedî 54 jin ji hêla mêrên xwe ve hatine kuştin.
Xizmekî jinekê, mêrê kevn ê bi mehra mela yê jinekê, destgirtiyê kevn ê jinekê, mêrên şeş jinan ew kuştine. Jinek ji hêla ew mêrî ve hatiye kuştin ku li heman taxê dijîn û hev nas dikin. Yek jî ji hêla kurê xwe ve hatiye kuştin. Di nûçeyan de nehatiye belavkirin ku kujerê jinekê û jina hatiye kuştin hev nas dikin an na.
Nêviyê jinan bi çekên agirbar ve hatine kuştin.
Çar jin bi devançeyê, du bi tivingê, pênc bi kêran, yek bi bivir, yek di encama derbkirina bi cismekî, yek jî di encama îşkencekirinê de hatine kuştin.
Du kujer, piştî kuştina jinan xwe kuştine.
Bajarên jin lê hatine kuştin: Afyon (1), Aksaray (1), Antep (2), Bilecik (1), Bursa (1), Hatay (1), İstanbul (1), İzmir (1), Karaman (1), Kocaeli (1), Maraş (1), Sivas (1).
Kuştina zarokan
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de ji bo zirarê bidin jinan an jî tolhildanê du zarok kuştine.
Li Stenbolê bavekî zarokên xwe yên 2 salî û 4 salî kuşt, paşê li jina xwe geriya û jê re got, “Min zarokên te kuştin, tu bextewarî?” û xwe kuşt ku jin û mêr wê hev du berdana. Derket holê ku jinikê gelek caran giliyê mêrê xwe kiriye lê ti tedbîr nehatiye standin.
Tecawiz
Meha Kanûna Paşiyê 5 bûyerên tecawizê di medyayê de hatin belavkirin.
Hevalê bavê jinekê, cîranê jinekê, ajokarê texsiyekê, xwediyê malê yê jinekê tecawizî wan kiriye. Herweha jinek rastî tecawiza wî mêrî hatiye ku li ser medyaya civakî hev nas kirine.
Jineke ku rastî tecawizê hatibû penabera ji Sûriyeyê bû.
Sê tecawizkar hatine girtin, tecawizkarek ku polîsê tîmê taybet bû serbest bû. Polîs li du tecawizkaran digerin.
Bûyerên tecawizê yên li Edene, Stenbol, Îzmîr, Mêrdîn û Sakaryayê di medyayê de
Karkeriya seksê ya bi darê zorê
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de neçar hiştine ku 9 jin karkeriya seksê bikin.
9 jin jî ne welatiyên Tirkiyeyê bûn. 3 jê ji Moldovayê, yek ji Rûsyayê, yek ji Ozbekistanê, çar jî ji Ûgandayê bûn.
Şeş mêrên ku bi operasyonê hatine zeftkirin hatine girtin. Jinekê giliyê wî mêrî kiriye ku bi darê zorê karkeriya seksê pê dida kirin. Piştî îfadeya wî biryara serbestiyê ji bo wî hatiye dayin.
Taciz
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de ya kêm taciz li 12 jinan kirine.
Ji her sê bûyerên tacizkirinê li cihên civakî hatine kirin. Nîvê jinên taciz lê hatî kirin bi rêyên dîjîtal taciz li wan hatiye kirin.
Birêyên dîjîtal taciz li şeş jinan hatiye kirin, bi awayekê fizîkî sê jin hatine tacizkirin, bi ji dizî ve nêrînê kesek hatiye tacizkirin, jinek bi gotinan hatiye tacizkirin, teşhîrkarî li jinekê hatiye kirin.
Ji sedî 58ê jinên taciz li wan hatiye kirin mêrên ne nasên wan taciz li wan kiriye.
Mêrên ne nasên heft jinan taciz li wan kiriye, hevalê jinekê taciz lê kiriye, mêrê berê yê jinekê taciz lê kiriye, destgirtiyê berê yê jinekê taciz lê kiriye, xwediyê kafeyeka jinek çûyîyê taciza cinsî lê kiriye.
Ji 13 kesên taciz kirîn bi tenê du kes hatine girtin. Sê kes bi kontrola edlî serbest hatine berdan. Dema ku jinekê xwe ji taciza mêrekê diparast ew mêr kuştiye. Agahiyên di heqê rewşa hiqûqî ya wan kesên dî yên taciz kirîn li nûçeyan nehatiye nivîsîn.
Bajarên lê nûçeyên bûyerên tacizê hatine nivîsîn ev in:
Antalya (2), İstanbul (1), Kayseri (1), Mêrsîn (1), Nevşehir (1), Sakarya (1), Samsun (1), Sivas (1), Tekirdağ (1), Tokat (1).
Îstismara zarokan
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de ya kêm îstismara cinsî li 30 zarokên keç kiriye. Yek ji zarokên ku îstismara cinsî lê hatiye kirin kêmendam bûye.
Ya kêm tecawiz li sê zarokên keç hatiye kirin, yek ji zarokan ducanî bûye.
Ji 15 failan 8 hatine girtin, du fail bi kontrola edlî serbest hatine berdan, lêpirsîna îdarî û edlî li midûrekê dibistanekê hatiye vekirin lê ew nehatiye girtin. Pêvajoya hiqûqî ya sê kesên îstismar kirîn li nûçeyan nehatiye nivîsîn.
Du mêrên îstismara cinsî li zarokên keç kirîn berê jî qeyda sûcdariyê hebûye.
Xizmê zarokeka keç, xwediyê kantîna lîseyeka keçekê lê dixwend, antrenorê basketbolê yê keçekê, midûrê lîseyekê ku keçekê lê dixwend, karkerê lîseyeka sê zarokên keç lê dixwend, şifêrê mînûbûseka çar keç lê siwar bûne, mêrên ne nasên şeş keçan îstismara cinsî li wan kiriye.
Ne hatiye eşkerekirin ka neh kesên îstismar kirîn nasên wan kesan bûne ku taciz lê kiriye.
Bajarên bûyeên îstismara cinsî lê hatine kirin:
Semsûr (9), Ankara (4), Antalya (2), Aydın (1), Bursa (1), Amed (2), Düzce (3), İstanbul (1), Sakarya (2), Tekirdağ (4).
Tûndkarî û birîndarkirin
Mêran di Kanûna Paşiyê de ya kêm tûndkarî li 41 jinan kiriye çar ji wan jinan bi birînên giran birîndar bûne.
Xizmên çar jinan ew mêr kuştine ku tûndkarî li wan dikirin.
Ji sedî 19,5ê karê tûndkariyê li cihên civakî hatine kirin. Ji sedî 17ê jinên tûndkarî li wan hatiye kirin ji ber ku wan xwestiye ji mêran cida bibin an jî qebûl nekirine ku bi wan re li hev bên tûndkarî li wan hatiye kirin.
Digel ku biryara parastinê ji bo jinekê hatiye dayin jî tûndkarî li wê hatiye kirin. Jinekê digel ku gilî jî kiriye dîsa tûndkarî lê hatiye kirin.
Malbata hevalê jinekê, mêrê berê yê jinekê, destgirtiyê berê yê sê jinan, xizmê nexweşê jineka bijîşk, dizê çûyî mala jinekê, mêrê 18 jinan, cîranê jinekê, xwendekarê jinekê, destgirtiyên jinekê, mêrên ne nasên sê jinan, hevalên neviyê jinekê tûndkarî li wan kiriye.
Ji sedî 73yê jinên tûndkarî lê hatîn kirin hatine hingavtin.
Ji 47 êrîşkaran bi tenê pênc hatine girtin. 7 êrîşkar piştî birîndarkirina jinan û îfadedanê serbest bûne. Mêrekê bi kontrola edlî serbest bûyî hê jî jinekê tehdît dike. Pêvajoya hiqûqî ya di heqê wan bûyerên dî de li nûçeyan nehatine nivîsîn.(ÇT/FD/MB)