Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di meha Îlonê de ya kêm 28 jin kuştine, tecawiz li 7 jinan kiriye, destdirêjî li 29 jinan kiriye, îstismara cinsî li 22 zarokên keç kiriye û 28 jin birîndar kirine.
Di neh meên sala 2017ê de mêran 211 jin û zarok kuştine, tecawiz li 64 jinan kiriye, destdirêjîş li 190 jinan kiriye, destdirêjî li 258 zarokên keç kiriye û tûndkarî li 306 jinan kiriye.
Kuştin
Mêran di meha Îlonê de, 28 jin, 4 zarok(du kur û du keç) û mêrekê li nik wan kuştine.
Di meha Îlonê de ji sedî 21ê jinên hatîn kuştin jinên penaber û koçber bûne.
Ji sedî 21ê jinên hatîn kuştin ji ber ku xwestine ji mêran cida bibin hatine kuştin.
Ji sedî 53,5ê jinên hatîn kuştin bi çekên gulle-xwer hatine kuştin.
Ji sedî 50yê jinên hatîn kuştin partnerên wan an jî partnerên wan ên berê ew kuştine.
15 jin bi çekên gullexwer hatine kuştin, neh jin bi kêran hatine kuştin, gewriya du jinan hatiye birrîn û bi wî awayî hatine kuştin, jinek bi zopan/çovan hatiye derbdan û miriye.
Mêrê neh jinan ew kuştine, yarên du jinan ew kuştine, mêrê berê yê du jinan ew kuştine, lêzimên pênc jinan ew kuştine, birayê mêrê berê yê jinekê ew kuştiye, kurê jinekê ew kuştiye, mêrekê ne nasê jinekê ew kuştiye.
Ji bo du jinan biryara parastinê hatiye dayin û digel wê yekê jî hatine kuştin.
Ji sedî 14ê jinên hatîn kuştin li cihên civakî yên wek park, kolan û dikanan hatine kuştin.
Bajarên ku lê jin hatine kuştin: Antalya (2), Dîlok (1), Aydın (1), Bolu (1), Bursa (1), Denizli (1), Stenbol (5), İzmir (3), Konya (3), Mûş (4), Samsun (1), Tokat (1), rûha (3) û Uşak (1).
Tecawiz
Di meha Îlonê de tecawiz li 7 jinan hatiye kirin.
Ji sedî 71 bûyerên tecawizê li mala jinên tecawiz lê hatî kirin çêbûne. Ji heft mêrên tecawiz kirî du mêran berê ji ber tecawizkirinê qeyda sûcdariyê(sabiqe) hebû.
Hevalê mêrê jinekê, karkerê elektrîkê yê çûyî mala jinekê, yarê jinekê, bavê jinekê, serkarê jinekê, mêrekê ne nasê jinekê, tecawiz li wan kiriye. Mêrek ji ser sûcê tecawizkirinê par hat girtin û hat berdan piştî ji girtîgehê derketî dîsa hewil daye tecawizê bike.
Bi tenê kesekê tecawiz kirî hat girtin, kesek hat berdan, yekî xwe kuşt. Mêrekê hewil daye tecawizî jinekê bike û wê jinê ew kuştiye.
Bûyerên tecawizê li van bajaran pêk hatiye: Dîlok (1), Edirne (1), Stenbol (2), Karaman (1) ve Samsun (2).
Destdirêjî
Mêran di meha Îlonê de ya kêm destdirêjî li 29 jinan kiriye.
Ji sedî 17ê bûyerên destdirêjîyê li metro û basan pêk hatine. Di meha Îlonê de jî jinek bi hêceta cilikên wê li xwe kirîn zimandirêjî lê hatiye kirin.
Yek ji wan kesên destdirêjî kirî berê ji girtîgehê reviyaye. Ji bo du kesan qeyda fermî nehatiye kirin. Sê kes hatin girtin, du kes hatin desteserkirin û berdan.
Birêvebirê xaniyekê pir-qet destdirêjî li jinekê kiriye, mêrê jinekê destdirêjî lê kiriye, yarê berê yê jinekê destdirêjî lê kiriye, mêrekê mal bi mal geriyaye û kitêbên dînî firotiye di wê demê de destdirêjî li du jinan kiriye. Serkarê jinekê destdirêjî lê kiriye. Nasên du jinan û ne nasên 19 jinan destdirêjî li wan kiriye.
Bajarên bûyerên destdirêjîyê lê bûne ev in: Adana (3), Afyon (1), Ankara (1), Aydın (2), Balıkesir (1), Bursa (1), Denizli (2), Düzce (2), Stenbol (4), İzmir (6), Kayseri (1), Kırşehir (1), Mêrsîn (1), Samsun (2), Tekirdağ (1).
Îstismarkirina zarokan
Di meha Îlonê de mêran ya kêm destdirêjîya zayendî li 22 zarokên keç kiriye. Mêran hewil da bi zorê karê seksê li zarokeka keç a 14 salî bide kirin.
21 mêrên îstismara zayendî kirîn hatine girtin. Xelkê bûyer bihîstî du kesên îstismar kirîn hingavt.
Keçan bûyerên destdirêjiyê ji dersdêr û malbata xwe re gotiye û bi vî awayî deh bûyerên destdirêjiyê eşkere bûne.
Midûrê dibistanekê destdirêjî li du zarokên keç kiriye, dersdêrê keçekê destdirêjî lê kiriye. Polîsekî destdirêjî li zarokeka keç kiriye kiriye. Serkarekî destdirêjî li li zarokeka keç kiriye. Zirbavê zarokeka keç destdirêjî li wê kiriye.
Li gor nûçeyên hatîn nivîsîn bajarên destdirêjî li zarokên keç hatiye kirin ev in: Antalya (3), Bolu (1), Bursa (1), Amed (1), Düzce (2), Stenbol (4), İzmir (2), Konya (1), Manisa (1), Sakarya (1), Samsun (2), Tekirdağ (2), Zonguldak (1).
Birîndarkirin û tûndkarî
Mêran di meha Îlonê de 28 jin birîndar kirine. Birînên 9 jinan giran in. Yek ji wan jinan ji Sûriyeyê bûye.
Ji sedî 25ê jinên tûndkarî lê hatî kirin ew jin in ku hewil dane ji mêrê xwe an jî partnerê xwe cida bibin.
Ji sedî 32yê mêrên tûndkarî kirine bi çekên gullexwer êrîş kirine ser jinan. Sê mêran îşkence li jinan kirine.
9 jin bi çekên gullexwer hatine birîndarkirin. 11 jin hatine derbdan. Îşkence li sê jinan hatiye kirin. Mêrê jinekê deriyên malê li ber jinekê girtiye û gaz vekiriye, wî bi vê yekê hewil daye jina xwe bi jehriyê bikuje.
Digel ku ji bo du jinan biryara dûrxistinê hatiye dayin jî tûndkarî li wan hatiye kirin.
Ji sedî 14ê bûyerên tûndkariyê li ber deriyê dadgehê, ji sedî 14ê bûyerên tûndkariyê li cihên wek nava kolanan yên civahî hatine kirin.
Li gor nûçeyên hatîn nivîsîn bajarên bûyerên tûndkariyê çêbûne ev in: Adana (1), Antalya (2), Dîlok (3), Aydın (2), Balıkesir (1), Bolu (1), Bursa (1), Isparta (1), Stenbol (4), İzmir (1), Kilis (3), Konya (3), Manisa (1), Mereş (1), Mêrsîn (1), Samsun (1), Tokat (1)
(ÇT/MB)