Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitîkine
Atolyeya nûçeyan a ku di çarçoveya “Projeya Nûçegîhaniya Zayenda Civakî” de lidar dikeve wê 14yê Cotmeha 2017yê roja şemiyê li Dêrsimê çêbibe.
Weqfa Ragihandinê ya IPS/bianet du sal in ku vê projeyê birêve dibe û KAOS GL piştgiriyê dide û tê de cî digire.
bianet bang li rojnamegerên herêmî yên li Dêrsim û derdora wê, xwendekarên fakulteya ragihandinê û mafparêzan dike ku beşdarî atolyeya nûçeyan bibin.
Weke bianetê em dixwazin ku pratîka nûçegîhaniya nêr a di medyayê de, pirsgirêkên wan, rêbazên çareseriya van pirsgirêkan bi hev re biaxivin û tecrubeyên xwe parve bikin.
Proje di sala xwe ya duduyan de he û heta niha li Stenbol, Mêrsîn, Bûrsa, Îzmîr, Eskîşehîr, Trabzon, Amed, Akyaka û Edîrneyê atolye birêve çûne.
Hûn dikarin serlêdanen xwe bi sernavê “Projeya Nûçegîhaniya Zayenda Civakî 14yê Cotmeha 2017yê atolyeya Dêrsimê” maîlekê bişînin navnîşana [email protected] ê.
Derbarê civînê de
* Projeya Nûçegîhaniya Zayenda Civakî bi fona Yekîtiya Ewropayê ve tê meşandin.
* Agahiya cî û saet wê paşê bê belavkirin.
* Hejmara beşdaran wê bi sînor be.
* Atolye ji bo beşdariya herêmî vekiri ye. Lêçûnên rê û manê yên ji bo kesên ku ji bajar û navçeyên derdorê werin wê ji hêla bianetê ve werin dayin. (OS/HK/FD)