Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Weqfa Zanîngeha Bogazîçîyê û Koma Xebatê ya LGBT+ê dê îsal bûrsa Hande Kaderê bide xwendekarekê/î.
Bûrsa Hande Kaderê dê 12 mehan bê dayin û her meh dê 500 Lîreyên Tirkan be.
Pereyê ji bo dayina bûrsê dê ji bexşan bê komkirin. Li gor bexşên tê komkirin hejmara wan kesên bûrsê bistînên dê bê zêdekirin.
Hên dikarin li vê dûvelankê bitikînin û bexşê bidin.
Serokatiya Zanîngehê: Em ê bexşan vegerînin
Serokatiya Zanîngeha Bogazîçîyê bi daxuyaniyeka nivîskî eşkere kir ku haya wan ji komkirina pereyan û dayina bûrsê nîne. Zanîngehê eşkere kir piştî belavbûna nûçeyê pere hatine komkirin û zanîngeh dê pereyan li xwediyên wan vegerîne.
Hande Kader kî ye?
Di sala 1993yê de li Rûhayê hatiye dinê. Karê seksê dikir. Di sala 1996ê de li tirimbêla mûşterîyekê xwe siwar bû û paşê bê ser û şûn bû. Di 12ê Tebaxa 2016ê de termê wê hat dîtin. Ji navtenga wê pê de hatibû şewitandin.(ÇT/MB)