Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di meha Nîsanê de 19 jin kuştine, tecawiz li 10 jinan kiriye, destdirêjî li 9 jinan kiriye, 16 jin birîndar kirine, îstismara cinsî li 30 keçên zarok kiriye.
Di çar mehên destpêka 2017ê de mêran 101 jin kuştine, tecawiz li 28 jinan kiriye, destdirêjî li 40 jinan kiriye, îstismara cinsî li 146 keçên zarok kiriye û tûndkarî li 106 jinan kiriye.
Cînayet
Di meha Nîsanê de mêran 19 jin kuştine, mêran du mêr jî kuştine ku wan xwestiye navbeynkariyê bikin. Du jin mirine û guman heye ew hatibin kuştin.
Ji sedî 58ê jinên hatîn kuştin mêrê wan ê berê an jî partnerê wan ew kuştine.
Mêrên 6 jinan ew kuştine, Destgirtiyên sêyan, destgirtiyê berê yê jinekê, xizmên mêr ên du jinan(bi hev re) bavê jinekê, birayê jinekê, kurê jinekê ew kuştine.
Ji sedî 53yê jinan bi çekên gulexwer hatine kuştin: Neh jin bi demanceyan hatine kuştin, sê jin bi tifenkan, pênc jin jî bi kêran hatine kuştin. Jinek hatiye xeniqandin, jinek bi satûrê hatiye hatiye kuştin. Jinek hatiye serjêkirin.
Ji sedî 16ê jinên hatîn kuştin li cihên civakî li ber çavên civatê hatine kuştin. Yek ji jinên hatîn kuştin di zarokatiya wê de hatiye zewicandin, yek ji qatilên jinan fermandarekê teqawîtbûyî yê polîs bûye.
Du jinan ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cida bibin hatine kuştin. Jinek ji beriya bê kuştin bi çekan êrîş li wê hatiye kirin. Wê ji bo hêzên ewlehiyê giliya êrîşkarî kiriye. Êrîş nehatine astengkirin û jin hatiye kuştin.
Piştî kuştina jinan yek ji qatilan xwe kuştiye, yek ji qatilan jî hewil daye xwe bikuje.
Bajarên lê jin hatine kuştin ev in: Adana (5), Afyon (1), Antalya (1), Aydin (1), Balikesir (1), Bursa (2), stenbol (3), Sêrt (1), Tekirdag (1), Rûha (1), Wan (1), Yozgat (1).
Tecawiz
Di meha Nîsanê de nûçeyên tecawizkirina 10 jinan hatine nivîsîn.
Ji sedî 30ê mêrên tecawiz li jinan kirîn partnerên wan jinan bûn ku tecawiz li wan kiriye. Ji sedî 60ê jinên tecawiz li wan hatî kirin nasên wan tecawiz li wan kiriye.
Destgirtiyê jinekê tecawiz lê kiriye, destgirtiyê berê yê jinekê tecawiz lê kiriye, nîşaniyê jinekê tecawiz lê kiriye. Serkarê jinekê tecawiz lê kiriye, du mêrêmn nenasên du jinan, mêrekê jinekê ji medyaya civakî nas kirî tecawiz lê kiriye.
Ji sedî 60ê bûyerên tecawizkirinê li mala jinan rû daye. Mêr bi zorê an jî ji dizî ve cûne mala jinan.
Şeş bûyerên tecawizê li mala jinan pêk hatiye. Du bûyer li zeviyekê rû daye ku jin bi zorê ji bo wan deran hatine birin. Bûyerek di tirimbêlekê de bûyerek jî li kargehekê pêk hatiye.
Yek ji jinên tecawiz lê hatî kirin ji mejiyê xwe ve kêmendam bûye.
Mêrekê tecawiz kirî ji berê jî ji ber heman sûcî hatiye girtin û paşê derketiye. Yek ji mêrên tecawiz kirî polîsek bûye.
Jineka ku tecawiz lê hatiye kirin piştî bûyerê xwe kuştiye. Malbata jinekê ew mêrê tewiz kirî hingavtiye. Polîsan malabata keça wan tecawiz lê hatî kirin girt lê ji bo malbata wî kesê tecawiz kirî tiştek nehatiye kirin.
Heşt mêrên tecawiz kirîn hatine girtin, kesekê tecawiz kirî bi şertê kontrola edlî serbest hatiye berdan. Kesekê tecawiz kirî qaçax e. Du kesên tecawiz kirîn hatine desteserkirin lê agahiyên di heqê wan de di nûçeyan de nehatine nivîsîn.
Bajarên tecawiz lê hatî kirin: Edene (1), Semsûr (1), Aydın (1), Denizli (1), Stenbol (1), Qeyserî (1), Samsun (3), Tekirdag (1).
Karkerîya seksê
Li bajarên Antalya, Kocaelî, Yalova û Kirklarelîyê bi zorê karê seksê li 12 jinan hatiye kirin.
Her 12 jin ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Şeş jin ji Kirgizîstanê, dido ji Moldovayê, sê ji Ozbekîstanê û jinek ji Ûkraynayê bûye.
Jinekê ji ber ku nexwestiye karê seksê bike, ew hat hingavtin, birîndar bû û li rexa eêyekê hat dîtin.
Destdirêjî
Di meha Nîsanê de nûçeyên destdirêjiya li 9 jinan hatiye nivîsîn.
Ji sedî 22yê wan jinên destdirêjî lê hatî kirin destgirtiyên wan ên berê destdirêjî kiriye, ji sedî 66ê wan kesên destdirêjî lê hatî kirin mêrên nenas destdirêjî kiriye.
Ji sêyê yekê jinên destdirêjî lê hatî kirin, bi rêyên dîjîtal destdirêjî li wan hatiye kirin.
Du bûyerên destdirêjiyê di otobêsan de, du bûyer di kolanan de, bûyerek li medyaya civakî, bûyerek li îstasyona benzînstandinê pêk hatine.
Bi tenê kesek destdirêjî kirî hatiye girtin. Nas an jî şahidhalan sê kesên destdirêjî li jinan kirîn hingavtine.
Bûyerên destdirêjiyê li van bajaran pêk ahatiye: Antalya (1), Burdur (1), Bursa (1), Eskişehir (1), İstanbul (2), İzmir (1), Kocaeli (1), Sakarya (1).
Îstismarkirina zarokan
Di meha Nîsanê de 23 mêran destdirêjî li 30 keçên zarok kirine.
Ji sedî 40ê zarokên destdirêjî li wan hatîn kirin li dibistanan dersdêrên wan an jî xebatkarên dibistanan destdirêjî li wan kiriye.
Dersdêrê neh zarokên keç destdirêjî li wan kiriye, midûrê dibistanekê destdirêjî li du zarokan kiriye. Bavê keçekê, zirbavê keçekê, mêrên xwestîn bi du zarokan re bizewicin, xwediyê dikanekê, mêrên nenas dest dirêjî li wan kiriye.
Destdirêjî li keçekê hatiye kirin ku ew ji mejiyê xwe ve kêmendam bûye.
Ya kêm tecawiz li şeş zarokên keç hatiye kirin, sê zarok ducanî bûne.
Ji 23 kesên destdirêjî kirîn, 15 kes hatine girtin. sê bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan.
Bajarên ku destdirêjî li zarokan hatine kirin: Amasya (1), Ankara (2), Aydın (2), Burdur (1), Denizli (1), Amed (2), Edirne (2), Eskişehir (1), Stenbol (1), İzmir (3), Karaman (5), Kilis (1), Kocaeli (2), Konya (2), Kütahya (3), Samsun (1).
Tûndkarî û birîndarkirin
Mêran di meha Nîsanê de ya kêm tûndkarî li 16 jinan kiriye.
Ji sedî 56 kesên tûndkarî lê hatîn kirin partnerên wan tûndkarî li wan kiriye. Mêrê berê yê du jinan destdirêjî li wan kiriye. Destgirtiyê berê yê jinekê, mêrê şeş jinan, mişterîyê jinekê, mêrekê nenasê jinekê tûndkarî lê kiriye.
Ji sedî 50yê jinên tûndkaarî lê hatine kirin hatine hingavtin ji sedî 50yê wan hatine birîndarkirin.
Mêran bi kêran çar jin bi kêran, du jin bi demanceyan, jinek bi tifekê, heşt jin bi lêdanê hingavtine û paşê birîndar kirine.
Ji sedî 44ê bûyerên tûndkariyê li cihên civakî pêk hatine. Ji bo du mêrên tûndkarî kirîn biryara dûrketinê hatiye dayin. Mêrek bi kontrola edlî serbest hatiye berdan. Ji bo mêrekê pêvajoya dadkirinê li nûçeyan nehatiye nivîsîn.
Di meha Nîsanê de cihên bûyerên tecawizê lê pêk hatîn ev in: Antalya (1), Aydın (1), Bursa (1), Erzurum (2), stenbol (3), İzmir (1), Konya (1), Manisa (1), Mardin (1), Mêrsîn (1), Nigde (1), Sêwas (1), Trabzon (1).
(ÇT/MB)