Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Min Emirhanî di Tîrmeha 2016an de li Îzmîr Torbaliyê di kampanyaya aktîvîzma transan ku her sal ji hêla Komeleya Pembe Hayat LGBTIyê ve tê lidarxistin de, nas kiribû. Wekê her kesê ew jî xwedî çiroka jiyanê ye. Li ser wî jî tundî hatibû kirin. Dema behsa tiştê bi serê wî de hatiye kir, ez giriyabûm.
Emirhan Deniz Çeleb, mamosteyê Îngîlîzî ye, merekî transê gelek pêşketî ye. Ji Zanîngeha Enqere Gaziyê destûr girtiye. Di heman demê de li Zanîngeha Stenbolê di Fakulteya Ragihandinê de xwendekar e û li Zanîngeha Yildiz Teknîkê jî di beşa civakiyê de xwendekarê lîsansa bilind e.
Ewropayê û Amerîkaya Bakur geriya. Endamê Desteya Rêveberya SPoD LGBTIyê ye. Ez gelek bextewar im ku min wî nas kiriye.
Regl bo min travma bû
"Ez di sala 1990an de li Stenbolê hatime dinê. Ez di malbata xwe de keça çaremîn im. Rojek ez û kurxatiyê xwe, me li derve diliyîst. Wî got mîzê min tê û li ser piya mîzê xwe kir.
Min xwe anî ber çavê xwe û min got ku ez çima nikarim wekê wî bikim. Min ji kurxatiyê xwe pirsî ka ew çima li piya dimîze. Wî got, "çûçikê min heye". Ez fikirîm ka eger ya wî çûçik be, yê min çiye gelo. Dema ez çûme malê min jî hewl da ez li piyan bimîzim. Lê min xwe qirêj kir.
Wê demê min got yê min hêj mezin nebûye û heta dibistana navîn ji min tirê çûçikê min heye û wê rojekê mezin bibe. Lê dema ez regl bûm, ketime nav travmayê.
Piştî reglê memikê min mezin bû. Ji bo ku mezinbûna memikê min nexwiyê, min xwe ji kesn vedişart û ez bi wayî li derve digeriyam. Ez ji memkê xwe aciz bûm. Wê demê min zanî ku tişteke din heye.
Ez êdî dişibiyam xwişkên xwe
Li dibistana navîn jinên muhafazakar dihatin wir. Jinên sergirtî, ji me re behsa relbûn û paqijiya bedenê dikirin. Xwendekarên keç û law di heman fêrgehê de bûn.
Rojekê wan jinan ji me tiştek pirsîn: "Heta niha derpê kesî bi xwîn bûye an na?. Ez gelek matmayî mam. Min got ka behsa qansêrê dike. Ji ber ku heta wê demê diya min behsa hin tiştan d,ke lê min guh nedida wê.
Rojekê dema ez çûme fêrgehê, zarên kur ji digotin, "vajînaya we heyê û ew xwîn dibe. Ez careke din matmayî mam. Her tişt gelek zû diqewimî.
Ez qet helwesta êrişar ê zarokên kur û bêdengkirina zarokên keç ji bîr nakim. Ç,qas diçû ez dişibiyama xwişkên xwe. Lêbelê min fêm kir ku ez ne wekê xwişkên xwe me û kêfa min ji zilaman re nayê.
Eger vajînaya te hebe tu jin î, ruyê te hebe tu mêr î
Malbata min jî xwedî nirxên gelêrî b3u. Di cejnê de ji bo min etekekê qîöik kirîb3un 3u dema min li xwe kir, min nefretê jê kir. Zavayê min vê yekê hîs kir û şalekî bi rengê qehwe ji min re kirîbû.
Di ezebtiya xwe de ji wê rojê şûnde êdî mi kincên li gorî kêfa xwe wergirtin. Rojekê xwişka min ji min re got ku divê ez pirçê di çokê xwe de hildim. Ez gelek aciz bûm. Ji ber ku pirçên di çokê min de hêviya min bû. Ji ber ku wê demê hebûna pirçê weke mêrantiyê hatibû sembolkirin. Piştî pirçê min çû, dema min li çokê xwe nêrî ez dîsa aciz bûm. Min hebûna vajînaya xwe jî red dikir, ji ber ku min nedixwest ez bibînim.
Min 24 salan xwe di nav dolabekê de kilît kir
Min her tim xeyal dikir ku ez bibim xwedî bedena mêrane. Mİn 24 salan xwe di nav dolabekê de kilît kir. Di lîseyê de hin xortan li pey min digeriyan lê min wan red dikirin.
Ruzgar Erkoçlar ji bo gelek kesan bû pêşvebir. Ez gelek ditirsiyam ku bi vê memik û vajînayê bimirim. Min qet xwe weke jin nedîtibû. Min di nav xwe de digot ka ez ê çawa ji vê bedenê xilas bim.
Lêkolînin hatibû kirin de derbarê ji mêrbûnê derbasbûna jinbûnê de agahî dihat dayîn. Li ser înternetê agahiyên ku ez gihştimê zêdeyî bi Îngîlîzî bûn. Bo vê yekê min biryar da ku ez fêrî Îngîlîziyê bibim. Min li kafeya înternetê bi veşartî lêkolîna vê yekê dikir ku li ser min ferqmeyîlî neyê kirin. Di lîseyê de bi piştgiriya mamosteyê min ê Îngîlîziyê ve min jî heman beşê qezenc kir. Wê demê min dikarî tenê li dersên xwe mijqûl bim. Min xwe di dolapan de vedişart û ez ji mirovan direviyam.
Îro li dibistanan li ser xortên trans bi awayekî eikere êriş tê kirin. Di lîseyê de hevlakê min a keç hebû. Cara yekem min têkilî bi wê re danî. em 2.5 sal bi hev re man. Wê min bi mêrekî netrans re xapand. Min pê re şer kir +u ji min re gotibû "tê yê ji xwe bi vê bedenê ve bimirî". Ez bi xwe re tenê mam.
Piştre min li ser înternetê keçekê nas kir û bûm evîndarê wê. Ruzgar Erkoçlarî bi hin mêrên trans re têkilî danîbûn. Min jê re gelek peyam şand lê wî bi ti awayî bersiva min neda.
Gelo ez tême dadkirin? Na. Xwezî ji nav me mêrekî trans derketa û wî berxwedanê bikira...
Ez mêrê yekşevî nîn im
Min bi hevala xwe ya ku li ser înternetê nas kiribû re têkiliyên xwe xurt kir û ez êdî diçûm mala wê. Hevala min rojekê meseleyê ji malbata xwe re vegot. Malbata wê ji min aciz bû û bertek nîşanê min da.
Ez jî xortekî wêrek bûm wê demê. Ez li dijî malbata wê derketim. Wekê fîlmên Yeşîlçamê, min digot ku ez jê hez dikim.Bêguman dawiyê de têkiliya navbera me de xelas. Ez mêrê yekşevî nîn im.
Saya serê dildara min a berê
Saya serê dildara min a berê min dest bi jiyana nû kir. Li Haccettepeyê ji bo min pêvajoya transbûnê destpê kir. Dema ez bi wê re têkildar bûm, bûme evîndarê kesekê din û me hev berda.
Piştî zanîngeh xelas bû, min li Ted Kolejiyê dest bi xebatê kir. Ji derva de ez weke uniseksan dixwiyam. Êdî dîtina min a ji derve guherî bû û bo vê yekê min biryar da ku ez îstîfa bikim.
Rêveberiya dibistanê nedixwest ez dev ji kar berdim. Lê piştre ev yek derew derket û derbarê min de doz dabûn vekirin. Lê min li dijî wan doza tazmînatê venekir 3u min xwest li hemberî şermekê, ez şermîyeke din bikim.
Min xwedekarên xwe fêrî berxwedana li dijî neheqiyê kirin
Dema min ji xwendekarên xwe xatir xwest, min ji wan re got ku ez bo tedawîya qansêrê ji diqetim. Ji ber min tişteke derew gotibû wan ez piştre gelek aciz bûm. Ji ber ku min wan gelek hezdikir. Xwendekarên min gelek aqil bûn. Min xwedekarên xwe fêrî berxwedana li dijî neheqiyê kirin.
Min ji wan re digot, "Eger mudirê we be jî hûn ê mafê xwe biparêzin."Xwendekarên min niha amadehiya zanîngehê dikin. Xwezî bi min ku eger min berxwedanê li ber yek kesî jî hîn kiribe...
Piştre Zanîngeha Yildiz Teknîkê di beşa civakî de ez qebûlkirim. Min derbarê xwe de jî, her tiştî bi malbata xwe re par vekiribû. Diya min ji min re got,"Min 24 salan ji te re got keça min. Ez ê ji vir şûn de bêjim kurê min".
Malbata min ez qebûl kirim.Ti pirsgirêk nebû. Çi pirsên wan hebe, min bi bêhnfirehî bersiv da. Xwişka min rojekê ji min pirsî, "Tu yê biçî leşkeriyê jî?". Min li Zanîngeha Stenbolê di heman beşê de dest bi mastera duyem kir.
Em şîna xwe jî tenê bi transan re dikin
Min xwest ku ez bi awayekî rêxistî di nav LGBTIyê de cih bigirim. Ji ber ku min dixwest ez bo civakê jî xebatan bikim. Mebesta min ew bû ku ez bo mêrên trans re tiştekî bikim.
Piştre bûme endamê Komeleya Polîtîkayên Civakî ys Xebatên Xweşdîtina Cinsên Din û Nasnameya Zayendan a Stenbolê (SPoD). Okyanus Efe ku mêrekî trans bû, dema hate kuştin, min êdî zanî ku em şîna xwe jî tenê bi transan re dikin. Piştre min dît ku mêrên trans di ti komeleyê de xwe nadin der.
Min li komeleyê destpêkê de karên piçûk dikir û piştre weke endamê rêveberiya komeleyê hatim bijartin. Cara yekem mêrkî trans di rêveberiya komeleya LGBTIyê de cih digirt. Eger di komeleyan de helwesta transfobiyê hebe, divê em xwe jî bînin ber çavê xwe.
Mînak ez li wir im. Lêbelê bi gelemperî gelo kesên trans çiqas diçin komeleyan? Rêxistina ku niha ez tê de cih digirim, xebatên derbarê qetilkirina transan de dike. Divê tiştên nebaş ku beriya niha de pêkhatine li alîyek bimîne û bifikirin ka em ji vir şûnde dikarin bo tevgerê çibikin.
Li Tirkiyeyê di rêxistbûna transan de gelek pirsgirêk heye. Di transan de çanda madiyê (lûbûnî/bela derxistin/nebaşî) heye. Gelek jinên trans, mêrên trans weke "lezbiyenên mêrane" bi nav dikin. Haya me jê nîn e lê, em jî tundiya wekê yê civakê carcaran dikin. Min di SPoDê de ji bo mêrên trans jî beşdarê tevgerê bibe, însiyatîf girt.
Em dev ji DAIŞê berdin, ez ê ji we re...
Mînak pirsgirêka me ya herî mezin terapiya hormonê ye. Ji ber ku em naçin jînekologê û terapiyeke şaş pêk tînin. Ji bo me divê 6 meh carek wekê rûtîn ev terapi were kirin.
Li gorî ez dizanim, 712 mêrên trans heneç Ev hejmara kesên ku di koma me ya facebookê de hene ye. Ez beşdarê civînên navneteweyî dibim û behsa tevgera LGBTI û tundiya li ser wan tê kirin dikim.
Ez behsa êriş û tundiya li dijî jinên trans ku kedkarên seksê ne, dikim. Di civîneke li Amerîkayê de ji min xwestin ku ez behsa terora li Rojhilata Navîn bikim. Min jî got: “Em dev ji DAIŞê berdin. Ez behsa êrişên li Tirkiyeyê ku polîs li dijî transan pêk tînin bikim.”
Min behsa îşkenceya ku di qereqolan de li dijî transan tê kirin ji wan re kir. Ruşwetên ku polîs li kolanan ji jinên trans hildide kir. Ez her dem dibêjim ku bo me berxwedana rêxistî pêwist e.
Ez çûme 5-6 welatan. Min li her derê behsa berxwedana transan kir. Lê dem amin behsa berxwedana kolana Ulkerê kir; çavê wan vebû, matmayî man û xemgîn bûn.
Madeya 40. Xema min de nîn e
Divê tiştên ku em behsê dikin, qeyd bikin. Divê em nûçeyên derbarê xwe de çêkin, wêne û dîmen bikşînin. Ji berk u jenerasyona piştî me wê pirsa vê yekê ji me bike.
Ne hewceye ku em di bin banê komeleyek de xwe rêxistin bikin. Rêxistin bi komên piçûk jî çêdibe. Li dijî mehkûmbûna nasnameyên pembe û şîn divê em hevgirtî bin. 40. Qanûna Medeniyê* xema min de nîn e.
Bi lezgînî bo me şêwirmendiya hiqûqê pêwist e. Em hewl didin ku li SPoDê vê yekê pêk bînin. Ji bo têkoşîna rêxistî komele bo me pêwist e.
Tirkiye ji 1945an vir ve endamê NYê ye
Divê em pêşhukmê xwe yên derbarê komeleyan de biguherînin. Em dikarin bi diyalogê vê yekê çareser bikin. Pirtûka Jiyana Pembe 48 rûpel e. Ji hêla Transgender Europe ve bo pêywendiyên trans û Neteweyên Yekbûyî hatiye amadekirin.Min ji Îngîlîzî wergerandiye Tirkî.
Min di pêşgotina pirtûkê de wiha gotibû: “Li Tirkiyeyê transfobî bi zêdeyî piştî di sala 1980an xwe da der. Keseke ku wê demê hatibe dinê hê jî di kolanên lê transfobî heye de dijî. Li holê ye ku hê jî hin tişt be dirist e
Divê mirov bizanibe ka di nav tevgerê de çi heye. Em dikarinn li NYê derbarê xebatên pêwist de lêkolînan bikin.
Divê ji vir şûnde mafparêziya me di asta NTê de be. Çima? Ji ber ku Tirkiye ji sala 1945an vir ve endamê NYê ye. Lê em vê yekê di nasnameya xwe ya mafparêzî de naynin ziman. Mixabin di qada navneteweyî de xebatên me yên lobiyê nîn e.
Referandum
Bêguman na, na, na. Ji bo parastina mafê LGBTIyan hezar car na. Encam çi bibe jî em dev ji berxwedanê bernadin. Hêvî her tim heye…
Divê em bixwînin… Li dil û mejiyê mirov tişta herî dawî xwendiye gelek tesîr dike. Di berxwedana ku em li dijî kesên dixwazin roja me tarî bikin, didin de divê hêviya me xurt be.
Divê berxwedana me bi awayakî stratejik dewam bike.
Her çiqas bi KHKan komele yek bi yek werin girtin jî bandora civaka sivîl li ser desthilatdariyê cuda ye. Dibe ku em encamên keda xwe nebinin. Lê ji bo jenerasyona piştî me, em berxwedanê bidomînin. Trans û jin bi hev re hêzdar in.”
*Qanûna Medenî ya Tirkan, madeya 40.:Kesê dixwaze zayenda xwe biguherîne, dikare serî li dadgehê bide û destûr bixwaze. Lêbelê divê bi rapora ji nexweşxaneyê girtî be de were nişandan ku kesê/a daxwaz dike herî kêm 18 salî be, zewicî nebe, şertên transeksuelê tê de hebe, bi awayekî derûnî guherandina zayendê pêwist be.
Eger li gorî destûra dayîn bi riya tibî ameliyat were kirin û ew kes bi vî awayî zayenda xwe guherandibe, divê di rapora fermî de ev yek were guherandin û dadgeh jî biryar dide ku qeydê mifûsê were guherandin.
***
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
8- Pirsgirêkên Navendên Rehabilîtasyona Taybet: Mînaka Çewlikê
9- Du Rêveber Li Ser Pêkanîna "Ji bo Kêmendaman Piştgiriya Perwerdehiyê" Nîqaş Dikin
10- Kesên Kêmendam Bi Sîstema Elimandinê Ve Dikarin Perwerde Bibin
11- Xwendekar û Weliyên Çewlikî Diaxivin
12- “Gawirên wir” çûbûn tenê tax mabûn, lê taxan jî bi temamî ji holê rakirin
13- Midirgiç Margosyan behsa kolan û derdorê sûran kirin
14- Kesên Li Dijî Nefretê Jiyan, Evîn û Berxwedanê Diparêzin
15- Ece Devrîm: Min Li Dijî Kedkariya Seksê Ya Bi Darê Zorê Gelek Ber Xwe Da
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.