Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Şahîka jinekê trans e, temenê wê nêzî 40an e, li Stenbol Beylikduzuyê dijî û ji bo bikaribe îdareya xwe bike, mecbûr e kedkariya seksê bike.
Şahîka girîngiya rêzgirtina ji bo însanan tîne ziman, behsa salên 90î de tundiya polîsan, erkperstiya medyayê dike. Bi Awayekî zelal dibêje ku ji ber hişmendiya hişk û fermeyîliya civakê ya li ser wan, wê nekariye bibe xwedî kariyer û neçar maye dest bi kedkariya seksê kiriye.
Piştî hevpeyvîn xelas bû, me strana Sezen Aksu ya 'Dua' guhdar kir, me hev du hemêz kir û em giriyan.
Dema me ji metnê pirsên xwe derxist, çîrokeka jiyanekê ku Şahîka dibêje derket holê. Me çend serenavan xist nav metnê û bi vî awayî em pêşkêşî we dikin.
Hukimet bi ser me ve nehat
Ji bo îro jî gelek şukir ji Xwedê re. Di salên 90î de dema em siwarê texsiyê dibûn ku biçûn klubê, li derdor polîs hebûna me xwe vedişart. Ji ber ku dema em didîtin, em binçav dikirin. Em nikaribûn bi serbestî li derve bigerin. Polîsan berdidan me.
Niha wisa nîne. Jinbûn û mirovbûna me li holê ye û em zêdetir serbest in. Dema AKPê de hukimet hukimetê bela xwe ji me berda û em hinekî rehet bûn. Beriya niha porê me jê dikirin û em diavêtin derve.
Her çi qas wê demê tundî û îşkenceyên mezin li ser me were kirin jî; me ber xwe da û em xwedî li nasnameya xwe derketin. Eger min jiyana bênasname qebûl bikira, ez ê biçûma ber çoka dayîka xwe rûniştama. Me ji bo hebûna xwe gelek berdêl dan.
Hevalên min ên zaroktiyê
Me di serî de malbata xwe, gelek kesan winda kirin. Mînak min 18 salan bi birayê xwe re xeber neda. Min carcaran diya xwe didît. Lêbelê birayên min, xizmên min, hevalên derdor piştî 18 salan ez qebûl kirim.
Li gorî civakê helwesta derbarê transan de cuda bû. Me weke sapix didîtin. Ya rastî hêjî ev yek dewam dike.
Pişt re nebe trans
Hin kes dibêjin ku ji ber em hatine tecawîzkirin, bûne trans. Hişmendiyeke ev qas çewt çawa dibe?
Mînak ew jinên hatine tecawîzkirin naçin li kerxaneyê naxebitin. Ev yek dema jidayîkbûnê dest pê dike. Mirov nikare pişt re bibe trans.
Mirov nikare bixwaze bibe transseksuelîte.
Transfobî her dem hebû
Beriya niha ji ber êriş û tundiya mêran gelek zêde bû, mixabin me nikaribû ji bo xwe pilansaziya kariyerê bikin. Em mecbûr diman ku bibin kedkara seksê.
Wê demê ji Komaleya Mafê Mirovan Parêzer Eren Keskîn bi rastî jî ji bo parastina mafên transan gelek xebitî. Dema ez li halê xwe yê îro dinêrim, dibînim ku em ji berê çêtir in.
Transfobî her dem hebû. Îro jî heye. Yanê him di nav civakê de, him jî di nav saziyên dewletê bi we de ev yek heyte. Ji dadgehê bigire heta qereqolan, ji dibistanan bigire hetanî nexweşxaneyan...
Heta ku tu bê jî îşkence li me hate kirin
Îro weke welatiyekê mafê min heye. Bi qanûnên diyarkirî, ez bi welatiyên din re wekhev im. Heta ku tu bêjî îşeknceya fizîkî û psîkoljîk li me hate kirin û îro jî dewam dike.
Wê demê wisa bû. Tundiya ku li ser transan dihat kirin, li ser jin û mêran jî dihat kirin. Wê demê krîzên polîtîk û aborî zêde bû. Welateke bînin ber çavê xwe ku di serdema 12ê Îlonê de be.
Ez çima hatime dinyayê?
Min gelek caran gotiye ku xwezî ez bi vê nasnameyê nehatime dinê. Lêbelê di serdema niha de ez dibêjim ku xwezî qet nehatama dinyayê. Şer, wêrankirina xwezayê, guhertina demsal û ekolojiyê, qetilkirina jinan, îstîsmarkirina zarokan...
Ez êdî weke mirovekê difikirim ka ez bo çi hatime dinyayê.
Cudahiya tundiyê ya li dijî jinên trans
Divê mirov tundiya li ser jinan û ya li ser transan neke yek. Jin ji hêla mêrên herî nêzî wan in ve rastî tundiyê tên. Lêbelê li derve mêrên qet em wan nasnakin, tundiyê li me dike.
Sedema vê tundiya hanê jî "transbûn e". Qaydeya dinyayê bi xwe çewt e. Ev ne ji bo Tirkiyeyê tenê, li her deverê wiha ye.
Dema em behsa tundiyê bikin, divê ne tenê Tirkiyeyê bînin ziman. Îro li her deverê dinyayê tundî heye. Li dijî Cihû, Misilman, Rengreş, jin, zarok û penaberan...
Em ji bo bibin jin hatine Stenbolê
Cihê ku kes lê hatiye dinê, perwerdebûn û çawabûna malbatê siberoja mirov jî diyar dike. Mînak şansê min hebû ku ez li Îzmîrê mezin bûbûm û min perwerdehiyê qedandibû. Piştî ku min awayekî diyar nasnameya xwe ya transbûnê diyar kir, jiyana min a berê ji bo sitabûna li Stenbolê gelek kêrî min hat.
Serdema 30 sal ewil bînin bîra xwe. Hema bêje ji her deverê Tirkiyeyê gelek trans hatibûn Tirkiyeyê. Hin ji wan kesan dema hatine Stenbolê hin tiştan nû dîtibûn. Her kes ji bo jinbûnê hate Stenbolê û mecbûr ku pere qezenc bikirina.
Hinek ji wan li kolanan, hinekê wan li kluban dest bi xebatê kirin. Mînak baş tê bîra min ku wê demê xwediyê kluban her kesî hilnedida ser kar. Min her tim jinên baş ji xwe re kir mînak.
Min ti wext xweziya xwe bi jinekê trans neanî. Mînak Marilyn Monroe û Hande Ataizi. Her tim xwediyê sitîlek bûm. Kêfa min dihat ku ez kincên rind li xwe bikim. Ji ber ku min ji civakê re rêz digirt, lixwekirina kincê xwe jî bi wî wayî diyar dikir.
Meletî zêdetir, bi ewle ye
Demekê ji ber pirsgirêkên navbera min û destgirtiyê min de ez çûme Meletiyê. Li gorî Stenbolê mirov zêdetir rehet û ewle dikare li kolanên Meletiyê ji xwe re bigere. di nav civakê de dijîn. Şert û rêgezên civakê hene. Divê mirov rêz li ber vê yekê bigire. Divê miro terza kince xwe jî li gorî vê yekê diyar bike. Mirov nikare were kincê wekê yên sitarên Oscarê li xwe bike û biçe bazarê. Divê standartê vê yekê hebe.
Ez jî ji dekolteyê gelek hez dikim. Lêbelê vê yekê him ji bo jinan him jî bo meran dibejim ku mirov bi kincên xwe yê şevê, nabe derkeve derve. Eger kinca li ser yekê/î xweş nexwiyê, bijareteya wî/wê şaş e.
Dekolte çalakiyeke me yê polîtîk bû
Kêfa min gelek ji jenerasyona nû ya jinên trans re tê. Li gorî temenê xwe kincan li xwe dikin. Hin ji wan kincên balkêş li xwe dike, lê hin jinên trans hene ku bi kincên xwe yê xweşik ve jig elek jinan jî bedewtir in.
Me bere kincên bi dekolte li xwe dikir û em derdiketin derve. Me bi vê awayî bertek nîşanî tundiya polîsan dida. Dekolteya me serhildan bû.
Ji ber ku niha tundiyê wekê wê demê nîn e, pêwistiya dekolteyê jî nîn e.Ti wext min ne got ku ez bi van kincan xweşik nîn im. Lê ti wext jî min xwe weke kesekê binamûs jî nişan neda. Min geriya negeriya namûs peyda nekir. Tine. :)
Mafparêza herî mezin, Bulent Ersoy e
Eger îro em dikarin bi nasnameya trans bijîn û dikarin nasnameya jinan li xwe bikin, ev yek bi saya serê wê bûye. Xwe gelek baş dikare îfade bike û bi malbata Ozal re têkiliyên xurt çêkiribû. Bi vî awayî rê li ber me nişan da.
Mînakekê gelek baş e. Mafparêza herî mezin Bulent Ersoy e. Berdêlên mezin da. Divê ji vir şûnde em jî tiştên baş bikin.
Ne hewceye êdî piştgirî bide aktîvîstên LGBTIyê. Ji xwe çi ji deste wê hatiye kiriye. Ti kes mecbur nîn e, bi zorê kesan di jiyana xwe de bihewîne.
Aktîvîzmê kirine qada rantê
Îro aktîvîzma LGBTIyê bûye qada berjewendiyan. Li derdorê min hin heval hene ku ji can û dil dixebitin. Lê hin komeleyan vê yekê ji bo berjewediyên xwe bikar tînin. Ji ber ku li holê ti xebateke baş ku hatibe kirin, nîn e.
Mînak mêvanxaneya transan heye û em dibînin ka di nav rewşeke çiqas dijwar de hewl didin vekirî be. Bi alîkariyên hatine dayîn ve, ji bo hin hevalên me re bûye cih û wr. Xwezî komeleyan alîkarî bidana wir.
Li gorî min divê dewlet wekê mala jinan, ji bo transên mexdûr jî ciheke vebike. Ker kes dikare bi dilrehetî alîkariyan jî bide vir.
Kedkariya seksê, karek e
Ez ji karê xwe hez dikim û bi vî rengî dixebitim. Heta mirov ji karê xwe hez neke, nikare bixebite. Eger vê gotina min wekê bêexlaqî were dîtin jî bila were dîtin.
Eger kedkariya seksê bêexlaqî bibûya wê demê dê dewlet jî ji kerxaneyan bace nedigirt. Dixwazim kedkarên seksê ku bi awayekî serbixwe dixebitin jî bace ji wan bê girtin. Ji ber ku kedkariya seksê jî karek e.
Ti kes nikare mafê perwerdehiyê binpê bike
Ez li jenerasyona nû pêşniyar dikim ku bila perwedehiya xwe bidomînin. Bila ti kes mafê perwerdehiyê binpê neke. Min jî dixwest ez bibim xwedî kariyerekî baş. Lê ez tirsya û min ji xwe re nekir risk.
Ez ji xwarinpişandinê û modayê gelek hez dikim. Min dixwest ku ez ji van her du sektoran yekî de bixebitim. Lêbelê ji ber erkperestiya medyayê, tundiya mêran, tundiya polîsan û helwesta hişk a civakê me xwe di nav kedkariya seksê de dît.
Ez ti dem nebûm kesekê jîrek. Min di hemû jiyana xwe de tenê qezenc kir û xwar. Min gelek caran ji tinebûnê ve destpê kiriye. Pereyê kum in qezenc kiriye jî, daye kincên bi marqe, çente û pêlavan.
Ferqa navbera Tirkiye û Ewropa
Di salên 90î de ji bo xebatê ez çûme Îsvîçreyê. Ez bi salan li bajarê navdar ê Ewropayê mam. Navbera Ewropa û Tirkyeyê de ti ferq nîn e.,
Eger te liv ir bibin qereqolê, piştî demekê te berdidin. Lê li wir kesan dersînor dikin. Qanûnên wan jî cuda ye. Mafê mirovan zêdetir hatiye fêmkirin.
Lêbelê wisa ferqeke zêde nîn e. Mînak Ewropayiyan gelek ji pereye hez dikin. Li Îsvîçreyê ji bo 10 frank pereye texsiyê digotin biha ye. Gelo em li Stenbolê di nav rojê de çend caran siwarê texsiyê dibin.
Medyayê me weke nebaş dida nişan
Her mirov û her alî di rastiya xwe de dirû ye. Eleqeya vê bi civakê re nîn e. Beriya niha medyayê me weke nebaş nişan dida. Ferqmeyîliya niha ji ber wê yekê ye.
Manşetên ji dûrê aqilan hatin weşandin. Wekê “Travestiya Derdor Xerab Kirin” Lê mebesta wan cuda bû. Ji ber vê yekê emlakgeran xanî nedidan me.
Çavê dildara min li derve ye
Kesekî heye ku ez 12 sal in bi wê re me. Ji demek şûn de evin bêbandor dibe. Evîn dilhejiyek e. Hin tişt hene ku ji evin zêdetir e. Bawerî û jiyana bi hev re.
Evîn tişteke gelek xweş e. Mirov nûjen dike. Min gelek mirov nas kirin ku hêjayê evîndariyê bûn lê ji ber rêxgirtina min a ji bo tekilaya min, ez nexwestim. Heta vê rojê qet dengê xwe j imin re bilind nekiriye. En ji têkiliyên du-dirêj hez dikim.
Referandum
Referandum tê wê wateyê ku her kes bi awayekî azad îradeya xwe bikar bîne. Encam çi dibe bila bibe. Divê aliye kêm, li gorî aliye zêde tevbigere. Demokrasî ev e.
Piştî referandumê encam li welatiyeke derve çiqas bandor bike, dê li ser me transanjî ewqas bike. Hewceya tevliheviyê nîn e.
Divê mirok ji bo serokomerê ku ji hela gel ve hatiye bijartin re rêz bigire. Zêdeyiyê gel wiha xwestiye. Lêbelê eger li hemberî nasnameya min neheqî were kirin, ez ê mafê xwe biparêzim.
Demeke ewil li Amerîkayê jî hilbijartin pêk hat. Min jî weke jinekê dixwest iilary Clinton bi ser keve. Ez dixwazi bi gotineke damezirênerê komarê M. Kemal Ataturk peyamek bidim: “Li welêt jî, li dinyayê jî aştî.”
Divê êdî hemû dinya bizanibe ku em destpê de mirov in. Divê li hemberî hemû mirovan rêz were girtin. Her tişt bi hezkirinê çêdibe. Ez ji bo hemû mirovan aştî û hizûr dixwazim. (MD-EU/NU/HAK)
Çîrokên recent - Emirhan: Di Berxwedana Rêxistinî De Divê Qeydê Bûyeran Were Girtin
***
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
8- Pirsgirêkên Navendên Rehabilîtasyona Taybet: Mînaka Çewlikê
9- Du Rêveber Li Ser Pêkanîna "Ji bo Kêmendaman Piştgiriya Perwerdehiyê" Nîqaş Dikin
10- Kesên Kêmendam Bi Sîstema Elimandinê Ve Dikarin Perwerde Bibin
11- Xwendekar û Weliyên Çewlikî Diaxivin
12- “Gawirên wir” çûbûn tenê tax mabûn, lê taxan jî bi temamî ji holê rakirin
13- Midirgiç Margosyan behsa kolan û derdorê sûran kirin
14- Kesên Li Dijî Nefretê Jiyan, Evîn û Berxwedanê Diparêzin
15- Ece Devrîm: Min Li Dijî Kedkariya Seksê Ya Bi Darê Zorê Gelek Ber Xwe Da
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.