Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji bo Meşa 15. a Femînîstan jin li ber deriyê Navenda Çanda Fransîyan kom bûn û li Îstîklalê meşiyan.
Cadde bi dirûşmên jinan tejî bû.
Ji bo Şeva Femînîstan kaxezên bi hezaran dirûşm li ser hatîn nivîsîn hatin nîşandan.
Xebatkarên bianetê li Meşa Jinan bûn.
Karkerên Metalê duhî ji bo Roja Jinan pîroz bike ber bi Enqereyê çûbûn û di rê de otobasa wan qeza kiribû. Karkerên di qezayê de mirîn hatin yadkirin. Navên wan ( Leyla Çiçek, Refika Barışsever, Özlem İnan, Fatma Hacıoğlu, Güleydan Sezer, Elvan Mutlu û Leyla Yalçın) hatin xwendin.
Aynûr Ozalli jî hat yadkirin. Aynûrê ji ber ku xwestiye ji mêrê xwe cida bibe îro(di 8ê Adarê de) hatiye kuştin.
Li Zanîngeha Bîlgîyê komeka ji 30 kesan pêk tê êrîşî standa 8ê Adarê kiribûn. Ev bûyer hat şermezarkirin.
Jin û Transan eşkere kirin ku di Halê Awarte de jî ew bi hev re ne.
Jinan dirûşma “em ê meydanan bernedin gotin” û meş temam kir.
Wêne: Halûk Kalafat