Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Weqfa Sitargehên Jinan ya Mor Çatiyê eşkere kir ku ji bo her nefesa jin distînin ew têkoşîyane. Endamên weqfê gotin: Em çûn derve êdî veger ji me re nîne.
Li gor daxuyaniya Mor Çatiyê ev 30 sal in ku jin li dijî lêdanê/tûndkariyê li meydanên civakî têdikoşin. Bidestkeftiyên van 30 salan di metirsîya tinebûnê de ye.
Li gor daxuyaniyê:
“Di 17ê Gulana 1987ê de jin bi dirûşma ‘ji lêdanê re bêje na’ derketin kolanan.
“Di dema Osmaniyan de jî jin têkoşîyane.
“Desthilata mêran a li her aliyên civakê heta neguhere têkoşîna me dê bidome.”
(NV/MB)