18:27 nûkirina paşiyê
Ji Bo Bûltena Bianetê Bibe Abone
facebook twitter rss youtube
  • BİANET
    1. Anasayfa
    2. Haber Listesi
    3. Yazarlar
    4. Galeriler
    5. Özel Dosyalar
  • BİAMAG
    1. Anasayfa
    2. Yazılar
    3. Yazarlar
    4. Galeriler
    5. Bia Kitaplığı
  • KURDÎ
    1. Destpêk
    2. Nûçe
    3. Nivîskar
    4. Galerî
    5. Têkilî
  • ENGLISH
    1. Homepage
    2. News-Articles
    3. Bylines
    4. Galleries
    5. About Us
  • KADIN-LGBTİ
    1. Anasayfa
    2. Haber Listesi
    3. Erkek Şiddeti-Çetele
    4. Şiddete Uğrarsanız
    5. Bağlantılar
  • ÇOCUK
    1. Anasayfa
    2. Haber Listesi
    3. Yazarlar
    4. Çocuklardan
    5. Bağlantılar

Lîsteya Nûçeyan

  • Bianet
  • Biamag
  • Kurdî
  • English
  • Kadın
  • Çocuk

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne

Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di meha Sibatê de 24 jin kuştine, tecawiz li heft jinan kiriye, destdirêjî li 11 keçên zarok kiriye, 28 jin birîndar kirine, îstismara cinsî li 21 keçên zarok kiriye.

Di herdu mehên destpêka 2017ê de mêran 53 jin kuştine, tecawiz li 13 jinan kiriye, destdirêjî li 17 jinan kiriye, îstismara cinsî li 48 zarokên keç kiriye, tûndkarî li 51 jinan kiriye.

Kuştin

Mêran di meha sibatê de 24 jin û zarokên keç kuştine.

**

Ji bilî kuştina van 24 jinan, mêrekê ku ji ber tehdîtkirina jina xwe hatî girtin ji girtîgehê ji bo mêrê xwe nameyek nivîsîye û ew bi kuştinê tehdît kiriye.

Termê du jinan hatiye dîtin ku guman heye ew hatibin kuştin. qatilê du jinan nehatine dîtin. Çar jinan xwe kuştiye an jî tê îdiakirin ku wan xwe kuştiye. Yek ji wan jinan di emrê zarokatiyê de hatiye zewicandin ya dî dixwest ji mêrê xwe cida bibe.

**

Ji sedî 29ê jinên hatîn kuştin ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cida bibin hatine kuştin.

Yek ji wan jinên hatîn kuştin penabereka ji Sûriyeyê bûye.

Ji sedî 12,5ê jinên hatîn kuştin di nava kolanan de hatine kuştin. Ji sedî 8ê jinên hatîn kuştin li ber deriyê mala xwe an jî li ber deriyê kargeha xwe hatine kuştin.

Digel ku biryara parastinê ji bo du jinan hatiye dayin jî ew hatine kuştin. Jinekê ji beriya bê kuştin li navenda polîsan giliya qatilê xwe kiriye lê digel wê yekê jî hatiye kuştin.

Ji sedî 58ê jinên hatîn kuştin mêrê wan ew kuştine. Birayê jinekê ew kuştiye, bavê du jinan ew kuştine, destgirtiyê berê yê du jinan ew kuştine, mêrê bi zewaca fermî zewicî tê 13 jinan ew kuştine. Tîyê jinekê ew kuştiye. Jinek hatiye kuştin lê nayê zanîn ka çi têkiliya wê bi qatilî re hebûye.

Ji sedî 50yê jinên hatîn kuştin bi çekên gulexwer hatine kuştin. Heft jin bi kêran hatine kuştin, jinek hatiye xeniqandin, jinek bi hingavtinê hatiye kuştin, du jin bi werîs/ta/şelît/hebnok/şarokan hatine xeniqandin. Heşt jin bi demanceyan hatine kuştin, Çar jin bi tifekan hatine kuştin. Zarokek keç bi jehriyê hatiye kuştin.

Piştî bûyerên kuştinê, 5 mêrên qatil xwe kuştine, 5 mêran jî hewil dane xwe bikujin.

Bajarên lê jin hatine kuştin: agirî (1), Aksaray (1), Antalya (3), Balikesîr (2), Bursa (1), Amed (1), Eskişehir (1), Colemêrg (1), Stenbol (5), Izmîr (2), Qeyserî(1), Manîsa (2), Mereş (1), Mêrsîn (1), Yozgat (1).

Tecawiz

Di meha sibatê de nûçeya 11 bûyerên tecawizê hatine nivîsîn.

Tecawiz li du jinên kêmendam hatiye kirin.

Qeyda sûcê tecawizê ya tecawizkarekî ji beriya bûyera tecawizê jî hebû.

Hevpîşeyê jinekê dema ji bo karî bi wê re civîyayî tecawiz li wê kiriye, serkarê jinekê tecawiz lê kiriye, mêrekê bi rêya medyaya civakî jinek nas kirî tecawiz lê kiriye, temîrkarekê çûyî mala jinekê tecawiz lê kiriye. Du mêrên nenasên du jinan tecawiz li wan kiriye.

Jinek li malekê hatiye desteserkirin û tecawiz lê hatiye kirin. Li tuwaleta Mollekê tecawiz li jinekê hatiye kirin.

Ji ber van bûyeran 8 mêr hatin girtin. Piştî tecawizkarekê îfadeya xwe dayî serbest hat berdan. Tecawizkarek bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Midûr û cihgirê midûrê dibistanekê ji ber bûyereka tecawizê ji karê wan hatin dûrxistin.

Li gor nûçeyên hatîn nivîsîn bajarên tecawiz lê hatiye kirin ev in: Bartin (2), Elazig (1), Stenbol (1), Kocaeli (5) Samsun (2).

Îstismarkirina zarokan

Mêran di meha Sibatê de îstismara cinsî li 21 zarokan kiriye. Yek ji zarokan kêmendam bûye.

Ji sedî 19ê zarokên keç piştî îstismarê ducanî bûne.

Bûyera îstismara li çar zarokên keç hatî kirin piştî ku wan zarokan ew bûyer ji dersdêrên xwe yên dî re gotine eşkere bûye.

Heft kesên îstismar li zarokan kirîn hatine girtin. Sê kesên îstismar kirîn bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan. Pêvajoya dadkirina wan kesên dî yên îstismar kirîn di nûçeyan de nehatine nivîsîn.

Dersdêran îstismar li çar keçên zarok kirine. Xizmên du keçan îstismar li wan kirine. Zirbavê keçekê îstismar li wê kiriye. Kesekê daxwaza zewaca bi zarokekê re kirî tecawizî wê kiriye.

Li van bajaran zarok hatine îstismarkirin: Adana (1), Aydin (3), Stenbol (3), Izmîr (2), Kirklarelî (1), Kocaeli (1), Konya (3), Meletî (1), Manisa (3), Mêrdîn (1), Samsun (1), Yozgat (1).

Tûndkarî û birîndarkirin

Mêran di meha Sibatê de ya kêm tûndkarî li 28 jinan kiriye.

Ji ber ku 11 jinan xwestine ji mêrê xwe cida bibin mêrên wan tûndkarî li wan kiriye. Ji sedî 11ê jinan digel biryara parastinê jî tûndkarî li wan hatiye kirin.

Yek ji jinên tûndkarî lê hatî kirin trans bûye.

Ji sedî 61ê jinên tûndkarî li wan hatî kirin partnerên wan tûndkarî li wan kiriye.

Malbata jinekê, zavayê jinekê, mêrê berê yê jinekê, destgirtiyê berê yê du jinan tûndkarî li wan kiriye. Şifêrekê tûndkarî li bikira xwe kiriye. Di nûçeyan de bûyerên tûndkariya li 7 jinan hatiye eşkerekirin lê nehatiye eşkerekirin ka kê ew kiriyar kiriye.

Ji sedî 46ê jinan bi çekên gulexwer an jî kêran hatine birîndarkirin. 11 jin bi demanceyan hatine birîndarkirin. 15 jin hatine hingaftin.

Bajarên jin lê hatine birîndarkirin an jî tûndkarî li wan hatiye kirin:

Edene (1), Aksaray (2), Dîlok (1), Aydın (1), Bursa (2), Denizli (1), Eskişehir (4), Stenbol (3), Karabûk (1), Karaman (1), Kayseri (1), Mêrsîn (1), Sakarya (1), Samsun (5), Trabzon (1), Urfa (1).

Li gor herêman

Di meha Sibatê de herî zêde li Stenbolê jin hatine kuştin.

Ji sedî 33ê bûyerên kuştinê li herêma Marmarayê pêk hatine. Ji sedî 17,5ê bûyeran li Egeyê pêk hatiye. Ji sedî 13 li Behra Reş, ji sedî 17,5 li Anatolyaya navîn, ji sedî 4ê li Başûrê Rojhilatê Anatolyayê û ji sedî 4yê bûyeran li Rojhilatê Anatolyayê pêk hatiye.(ÇT/MB) 

bianet ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan nûçeyan berhev dike û mehane û salane Rapora Tûndkariya Mêran çêdike. 

2017

Mêran di Kanûna Paşiyê de 29 jin kuştine

2016

Înfografîka tûndkariya mêran ya sala 2016ê

Em 261 jinên hatîn kuştin bi navê wan yad dikin

Di sala 2016ê de mêran ya kêm 261 jin û zarokên keç kuştine

Mêran di Kanûna Pêşiyê de, 19 jin kuştine

Mêran di Çiriya Paşiyê de, 21 jin kuştine

Mêran di 11 mehan de 236 jin kuştin, 368 zarokên keç jî îstîsmar kirin

Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de 23 jin û 2 zarokên keç kuştine

Mêran di meha Îlonê de 20 jin kuştine

Mêran di meha Tebaxê de 22 jin kuştine

Mêran di meha Tîrmehê de 18 jin kuştine

Mêran di meha Hezîranê de 22 jin kuştine

Mêran di meha Gulanê de 15 jin kuştine 

2015

Dengdan: Vedat Yıldırım

Vîdeo: Uçman Balaban

Amadekar: Çiçek Tahaoğlu / bianet

Wergêr: Osman Mehmed

2014

Înfografîk: 

Amara Tundiya Mêran a 2014an 

Vîdeo:

Amara tundiya mêran a 2014an

Dengdan: Alan Ciwan

Vîdeo: Onur Tetik

Amadekar: Çiçek Tahaoğlu / bianet

Wergêr: Osman Mehmed

Mêran di meha Sibatê de 24 jin kuştine
Mêran di meha Sibatê de 24 jin kuştine. Ji sedî 29ê jinên hatîn kuştin xwestibûn ji mêrê xwe cida bibin. Ji sedî 12,5ê bûyerên kuştina jinan li nava kolanan pêk hatiye.
Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê 06 Adar 2017, Duşem 15:43
Vê nûçeyê bi maîlê parve bike.
Kapat

Miftegotin

  • Rapora Tûndkariya Mêran

Nivîsên Pirxwendî Yên Îro

  • Yekem nivîsa yekem rojnameya kurdî 23 Nîsan 2018
  • Tûra duyem ya dengdanê dê di 8ê Tîrmehê de be 23 Nîsan 2018
  • Di heft salan de mafê jiyanê yê 3936 zarokan hatiye binpêkirin 23 Nîsan 2018
  • Pêşangeha peykerên hesinî ya Seywan Saeedianî li Stenbolê ye 19 Nîsan 2018
  • Ferhenga Şer û Amrazên Şer ji Kovara Ronahîyê - 2 19 Nîsan 2018
  • BİANET
  • BİAMAG
  • KURDÎ
  • ENGLISH
  • KADIN-LGBTİ
  • ÇOCUK
YeniHayat Bilişim

Ev malper ji aliyê Weqfa IPSyê ve, bi piştgiriya Ajansa Geşepêdana Navneteweyî ya Swêdê(SIDA), bi projeya ‘Rojnamegeriya ji bo gelan, azadiya ji bo rojnamegeran’ a bi kurtenavê BİA3yê weşanê dike. Berpirsa naveroka malperê bi tenê Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye, bi ti awayî SIDA ne berpirsa naverokê ye.