Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Platforma Jinan a 8ê Adarê, bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew ê 5ê Adarê li Bakirkoyê, Mîtînga Roja Jinan pêk bîne.
Platformê hemî jin vexwendin mîtîngê.
Platformê eşkere kir ku pêşiyê walîtîyê ji wan re gotiye ku ew ê qedexe bike lê piştî wan dest bi kampanyayên li ser medyaya civakî kiriye walîtîyê biryara xwe guhertiye û destûr daye wan.
Hin beşên daxuyaniyê ev in:
“Walîtîyê xwest mîtînga 8ê Adarê Roja Jinan asteng bike lê 5ê Adarê mîtîng dê bê kirin.
“Ji bo parastina mafên xwe, azadiya xwe, bedenê xwe em ê li kolanan kom bibin û destûrê nedin li me bêne qedexekirin.
“5ê Adarê siet 13.00 em hemî jinan vedixwînin Meydana Azadiyê ya Bakirkoyê.”(NO/ÇT/MB)