Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Aktîvîstê LGBTyê parêzer ji beriya du rojan hatibû girtin îro ji bo dadgeha Bursayê hatiye birin.
Parêzera wî Rozerîn Seda Kîpê got, Pîşkînî şeva dî îfade da emniyetê. Li wê derê pirsên li ser wê parêzeriya Demîrtaşî hatiye kirin ku Pîşkîn yek ji parêzerên Demîrtaşî ye.
Kîpê got sebeba desteserkirina Pîşkînî ‘’ji bo çapemeniya biyanî gihandina agahiyên ku Tirkiyeyê rûreş dikin’’ e.
Pîşkîn dê li dozgeriyê îfadeyê bide.
2 gün önce gözaltına alınan avukat Levent Pişkin savcılık sorgusu için Bursa Adliyesi'ne getirildi. #LeventPişkinYalnızDeğildir pic.twitter.com/gLd7S60c20
— Cansu Pişkin (@cansupi) 16 Kasım 2016
Çi bûbû?
Pîşkîn bûbû yek ji parêzerên Selahattîn Demîrtaşê hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP). Piştî vê yekê duhî serê sibeyê di siet 05.00ê ew hat desteserkirin.
Ji beriya ew bê desteserkirin li hin desgehên medyayê yên wek Takvîm, Sabah û Ulusal Kanalê nûçe hatin belavkirin û hat dîyarkirin ku Pîşkîn dê gotinên Demîrtaşî ji bo propagandayê bide kovarên Almanyayê.
Levent Pîşkîn kî ye?
Ew parêzerek e ku di heman demê de aktîvîstekê LGBTyê ye. Yek ji birêvebirên HDPyê ye. Li Zanîngeha Bogazîçîyê masterê dike.(ÇT/MB)