Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Baroya Parîsê Levent Pîşkîn kir endamê rûmetê.
Baroya Parîsê li ser malpera xwe ya fermî da zanîn ku desteserkirina Levent Pîşkînê parêzer ‘’êrîşeka li ser karê parêzeriyê û mafê parastinê ye.’’
Baroyê xwest Hikûmeta Tirkiyeyê demildest Pîşkînî serbest berde û astengên li pêşiya parastinê rake.
Di daxuyaniyê de bang li nûnerên Fransayê jî hatiye kirin û ji wan hatiye xwestin bila ew ji bo karê parêzeriyê li Tirkiyeyê bê kirin bang li rayedarên Tirkiyeyê bikin.
Çi bûbû?
Pîşkîn bûbû yek ji parêzerên Selahattîn Demîrtaşê hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP). Piştî vê yekê duhî serê sibeyê di siet 05.00ê ew hat desteserkirin.
Ji beriya ew bê desteserkirin li hin desgehên medyayê yên wek Takvîm, Sabah û Ulusal Kanalê nûçe hatin belavkirin û hat dîyarkirin ku Pîşkîn dê gotinên Demîrtaşî ji bo propagandayê bide kovarên Almanyayê.
Levent Pîşkîn kî ye?
Ew parêzerek e ku di heman demê de aktîvîstekê LGBTyê ye. Yek ji birêvebirên HDPyê ye. Li Zanîngeha Bogazîçîyê masterê dike.(ÇT/MB)