Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
5 cesedên din ên penaberan ji bine Gola Wanê derxistine. Li gorî vê encamê hejmara miriyan gihîştiye 31an.
Di 27ê Hezîranê de kelekek li Gola Wanê binav bûbû. Duh (12ê Tîrmehê) cesedên 6 penaberan hatibûn derxistin. Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, vê sibê 3 cesedên din hatine dîtin. Piştî nîvro jî 2 cesed hatine derxistin.
Cesedên ku hatine derxistin dibin Saziya Edlî Tiba Wanê.
Çi bûbû?
Kelekeke ku penaber têde bûne di 27ê Hezîranê de li Gola Wanê binav bûbû û ji wê rojê ve heta niha tîmên rizgarkirinê li penaberan digerin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kelek, li nêzîkî Girava Çarpanak a Navçeya Tûşbayê binav bûbû. Piştî zanyariya binavbûna kelekê tîmên rizgarkirinê çûne wî cihî û ji bo rizgarkirina penaberan dest bi xebatê kirine.
Heman rojê Walîtiya Wanê daxuyniyek weşandibû û diyar kiribû ku kelek li nêzîkî Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Yoldundo ya Westanê binav bûye. Walîtiyê destnîşan kiribû ku li Taxa Altinsaçê 27ê Hezîrana 2020an saet di 22.00an de kesên bi navê Sedat û Medeni Akbaş bi keleka xwe derketine Gola Wanê û demek dirêj e agahî j wan nehatiye girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, tê texmînkirin ku nêzîkî 50-60 penaber di kelekê de bûne. (RT/FD)