Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku li Yekîtîya Ewropayê, Almanya jî tê de, 14 welatan Peymana Koçberan a Yekîtîya Ewropayê qebûl kir, hin sîyasetmedarên wî welatî nerazîbûna xwe diyar kirin.
Li gor endamên Partiya Sosyalîst a Filehan(CSU) wezîrê karên navxweyî, Horst Seehoferî nîyet heye di sê rojan de nameyekê ji bo partiya xwe û hikûmetê bişîne û diyar bike wî dest ji karê xwe berdaye.
Li gor çavkaniyên ji partiyê ji bo lihevkirinê wezîr dê sê rojan xwe bigire.
Li gor peymana Almanyayê îmze kirî koçber dê li welatê xwe bên vegerandin. Li welatê koçberan ji bo wan navend dê bê çêkirin. Welatên dilxwaz dê alîkariya wan navendan bikin.
Koçberî
Rêxistina Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî eşkere kiribû: Par(2017) jimara wan kesên ji ber şer û tûndkariyê mecbûr mane ku ji warê xwe koçber bibin bûye 68.5 milyon.
Jimara wan kesên par bûyîn koçber 2.9 milyonan ji pêrar(2016) zêdetir e.
Vegera li welatî
Di sala 2017ê de 667 hezar koçberan karîne li welatê xwe vegerin. Di sala 2015ê de 552 hezar koçber li welatê xwe vegeriyabûn.
(PT/MB)