Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Artêşa Iraqê ji rojhilatî ve bi tenê kîlometreyekê ji Mûsila ku di destên DAIŞê de ye dûr e. Xelkê sivîl ber bi cihên ewle ve diçin.
Li gor Rûdawê ji ber firtone û bahozê du roj in ku toz dirabe û balafir nikarin bombeyan berdin.
Pêngava duyem a operasyonê
Operasyona di 17ê Çiriya Pêşiyê de dest pê kiribû dom dike. Li taxa Kokçelî û gundê Bertilla DAIŞ û Artêşa Iraqê şerî dikin.
Gundiyên gundê Bertillayê bi alayên spî ji bo herêmên ewle yên Herêma Kurdistanê û Iraqê direvin.
Artêşa Iraqê gundên Qeyyareyê standine.
Fermandarê Hêzên Dijî-Terorî yê Iraqê Evdilxanî esedîyî gotiye operasyon li gor bernameya wan didome.
Berdevkê Fermangeha Operasyonên Hevbeş, Tuggeneral Yehya Resûlî gotiye: ‘’Ji bo pêngava yekem gund hatine standin, mayinên li wan deran têne paqijkirin û amadekarî ji bo pêngava duyem tê kirin.
Kampên Hewlêr û Dihokê
Pêşmergeyan 15 gundên kurdan kontrol kirine û 50 malên li wan deran li Kampa Zelkanî ya Dihokê hatine bi cih kirin.(AS/MB)
*Wêne: Hemn Baban, Ahmet İzgi, Yunus Keleş, İdris Okuducu, Hamit Hüseyin / AA