Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Nîvê dîwarê 350 kîlometreyî yê li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê hatiye temamkirin û dê li serê salê hemîya dîwarî bê temamkirin.
Sînorê Suriyeyê-Tirkiyeyê 911 kîlometreyan dirêj e.
Rêxistinên parastina mafên mirovan bangî welatiyên ji DAIŞê direvin û nêzîkî sînorî ne dike ku bên Tirkiyeyê.
Li gor Ajansa Anadoluyê, Wezareta Parastina Neteweyî sebebên çêkirina dîwarî bi vî awayî eşkere kiriye: ‘’Ji bo pêşîlêgirtina êrîşeka ji aliyê dî yê sînorî ve, pêşîlêgirtina çûn-û-hatina li ser sînûrî ya derqanûnî û pêşîlêgirtina qaçaxcîtiyê’’ dîwar hatiye çêkirin
Hatay, Rûha, Dîlok, Kilîs, Mêrdîn, Şirnex
Beşa dîwarî ya li Rûha û Hatayê ber bi temambûnê ve diçe.
Li 14 cihên cida yên Dîlok, Kilîs, Mêrdîn û Şirnexê dîwar têne danîn.
Li ser sînorî qalibên beton ên 7 tonî, 2 metreyan fireh û 3 metreyan bilind têne danîm.
Li her 300 metreyan nobetgeheka leşkeran dê bê danîn. (AS/MB)