Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Civata Senatoran, pêşnîyara Robert Menendez, Senatorê Demokrat yê New Jerseyê, bê ku nerazîbûn hebe, qebûl kiriye.
Piştî qebûlkirina pêşnîyara wî, Menendez ji şabûnê kêlogirî bûye û biryar li ser hesabê xwe yê Twitterê weşandiye:
“Di dawîyê de rastî bi cîh hat û ew rastî wê me hemûyan azad bike.”
Sê xal di pêşniyazqanûnê de hebûn
Di pêşniyazqanûnê de sê xal hebûn:
* Bila Qirkirina Ermeniyan bi merasîmên fermî were bibîranîn.
* Bila hikûmeta DYAyê hewlên derbarê înkarkirina Qirkirina Ermeniyan an jî qirkirinên din qebûl neke.
* Ji bo rastiyên derbarê Qirkirina Ermeniyan de bi rêya perwerdeyê werin famkirin, bila kar û xebat werin teşwîqkirin.
Hewilên heman rengî pir caran hatibûn asteng kirin û herî dawî jî hefteya çûyî senatorên Komarparêz asteng kiribûn.
Civata Nûneran ya DYAyê jî di 29ê Çiriya Pêşiyê de qirkirina girseyî ya Ermenîyan a ji alîyê Osmanîyan ve wek jenosîd ango tevkujî qebûl kiribû. Di vê dengdanê de 405 dengên erê, 11 dengên na derketibûn.
Niha wê ev qanûn biçe ber destê Donald Trump, Serokê DYAyê. Trump dikare vê qanûnê bi şûn de bişîne.
Lê li gorî Destûra Bingehîn a DYAyê piştî Serok qanûnê bi şûn de bişîne, ji sêyan du senator qanûnê careke din bipejirînin, wê gavê Serok jî nikare qebûl neke.
Welatên ku Qirkirina Ermeniyan qebûl kirine
Welatên ku Qirkirina Ermeniyan qebûl kirine ev in:
Ermenistan, Almanya, Arjantin, Avusturya, Bolivya, Brezilya, Bulgaristan, Çekya, Fransa, Hollanda, Swêd, Swîsre, İtalya, Kanada, Kıbrıs, Libya, Litvanya, Libnan, Luksemburg, Paraguay, Polonya, Portekiz, Rusya, Slovakya, Suriye, Şili, Vatikan, Venezuela, Yewnanistan. (EKN/FD)