Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Parlamentoya Nûneran ya DYEyê pêşnûmeya qanûnê ya ku Tevkujîya Ermenîyan wekî fermî dipejirîne li hemberî 11 dengên na bi 405 dengên erê hatiye pejirandin.
Pêşnûmeya ku qebûl dike bûyerên di salên navbera 1915ê û 1923yê de rû dane wekî tevkujîya Ermenîyan were pejirandin li parlamentoya ku di kontrola Demoqratan de ye hatîye pejirandin.
Serokê Parlamentoya Nûneran Nancy Pelosîyê ji Partîya Demokratan e piştî pejirandina pêşnûmeyê wiha gotîye “Ez kêfxweş im ku dema “milyonek û nîv Ermenîyên tevlî mêr, jin û zarokên xwe ji alîyê dewleta Osmanîyan ve bi awayekî sîstematîk hatine kuştin” tên bîranîn bi hevpîşeyên xwe re me.
Sê xal hene
Sê xalên sereke yên pêşnûmeyê ev in:
* Bi merasîmeke fermî bibîranîna Tevkujîya Ermenîyan.
* Redkirina hewlên hukûmeta DYEyê yên ji bo înkarkirina Tevkujîya Ermenîyan an jî tevkujîyeke din.
* Teşwîqkirina rastîyên derbarê Tevkujîya Ermenîyan bi riya perwerdê werin fêmkirin.
Ev nayê wê wateyê ku tevkujî hatîye pejirandin
Ti kiryara vê biryarê tune ye. Yanî biryara Parlamentoya Nûneran nayê wateya ku DYE bûrên sala 1915ê wekî tevkujîyê dipejirîne.
Lê bi pejirandina vê biryarê cara yekem e, aliyekê Kongreya DYEyê bûyerên sala 1915ê wekî tevkujîyekê pejirandiye.
Senatoya ku milekî din ê kongreyê ye piştî ku pêşnûmeya qanûnê ya ku radestî wan kirine binirxîne ji bo li Senatoyê li serê deng were dayîn dê dîrokekê eşkere bike. Heke Senato jî pêşnûmeyê bi heman awayî bipejirîne dê here pêşberî Serokî.
Heke bixwaze li serê hin guhertin werin çêkirin dê dîsa bişîne Parlamentoya Nûneran û dê li wir dîsa were nirxandin. Herî dawî pêşnûmeya ku him li Parlamentoya Nûneran û him li Senatoyê hatîye nirxandin dê here pêşberî Serokî.
Ji bo ku Donald Trumpê serokê DYEyê pêşnûmeyê bipejirîne an jî red bike 10 rojên wî dê hebin.
Li gorî Makeqanûna DYEyê pêşnûmeya ku serokî veto kiriye li milê Parlamentoya Nûneran û li milê senatoyê ku girêdayî Kongreyê ne bi piranîyeke wekî ji sêyan bi duyê were pejirandin veto jî ji holê radibe.
Çavûşoglû: Xwe spartine pêşnûmeyên kevnare yên di refan de
Mevlut Çavûşoglûyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê piştî pejirandina pêşnûmeyê li ser ajimêrke Twitterê wekî ‘Pêşnûme ji ber Herekata Kanîya Aştîyê hatîye derxistin’ nivîsandiye:
“Piştî projeyên wan têk çûn xwe spartin pêşnûmeyên kevnare yên di refan de. Kesên difikirin bi hewlên wisa dê tola xwe ji me hilînin dixelitin. Vê biryara şermdêr ya kesên dîrokê ji bo sîyaseta xwe bikar tînin; ji bo Hukûmeta me û Gelê me biryareke tune ye.”
“Ev biryar ji bilî gaveke siyasî ya ji bo xweşkirina dilê lobîya Ermenîyan û kesên dijberî Tirkiyeyê ne tiştekî girîng e û ti wateyeke wê tuneye. Tiştekî ji diyarkirina dîrokê ku bi hîsên siyasî yên parlamtoyan xeteretir be tuneye”
(TP/GN/MB)
*Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye.