Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cejna Purimê li gorî salnameya ibraniyan di 14ê Adarê de, piştî roja rizgarbûna wan a ji destê dijminên xwe tê pîrozkirin. Cejn piştî ku roj diçe ava dest p3e dike.
Di pirtûka bi navê Ester a Tanah de (Megillat Ester) behsa çîroka vê cejnê tê kirin. Li gorî vê pirtûkê, Hama, kiralê persan xwestiye cihûyên di nava sînorên Împaratoriya Persan de dijîn bikuje. Ji bo vê planekê çêdike. Lê cihû xwe ji destê Hamayî rizgar dikin. Roja ku rizgarbûne weke cejn qebûl kirine û her sal pîroz dikin.
Cil û bergan li xwe dikin û maskeyan dixin ser ruyê xwe
Di vê cejnê de qeydên Esterê (keriat ha-megillah) ji gel re tên xwendin û piştî xwarinan diayên şikirkirinê tên kirin. Diyariyên (mişloah manot) ku ji xwarin û vexwarinê pêk tên pev tên guhertin. Tiştan didin kesên xizan (mattanor la-evyonim) û xwarina şahiyê (se’udat Purim) tê xwarin. Di hin kevneşopiyan de şerab tê vexwarin, cil û berg û maske tên li xwe kirin. (PT/FD)