Foto: Murat Bayram / bianet (Amed - 2016)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Em rojî salî taze ye, Newroz e hatewe
Cejnekî konî kurd e, be xoşî û behatewe
Çend sal, gulî hiway ême, pê pest bû, ta ku par
Her xwênî lawekan bû, gulî alî newbehar”
Ihtimaleke mezin e ku dema behsa stranên Newrozê tê kirin, ev strana ku Hesen Zîrek bi nav û deng kiriye tê hişê gelek kesan. Stran ji ber helbesteke Pîremêrdî hatiye çêkirin.
Li gel vê stranê, bi dehan stranên ku li ser Newrozê hatine gotin hene. Min xwest ji bo roja Newrozê van stranan berhev bikim.
Di stranan de weke ku tê zanîn hestên netewî, dîroka kurdan û hestên wan ên demê mijarên sereke ne. Lê bi qasî ku tê dîtin Ciwan Haco di vir de jî cudahiya xwe, rengê xwe diyar kiriye. Di strana xwe ya bi navê “Bida” de Newroz û evîndariyê, hezkirinê bi hev re aniye ziman.
Di destpêka salê de rapbêjê kurd Xemî albumek ji sê stranan pêk tê derxistiye. Navê albûma wî "Biyan" e û di vê albûmê de stranek bi navê "Newroz" heye. Ji ber wê min xwest ez lîsteya stranên li ser Newrozê hatine gotin bi vê strana Xemî bidim destpê kirin.
Stranên mane jî min weke lîsteyekê li bin rêz kiriye.
Newroza we pîroz be!
Xem
Ciwan Haco - Bida
Hesen Zîrek
Lîsteya stranên Newrozê
(FD)