Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Êzidî li gorî salnameya Rûmiyê çarşema pêşiyê ya piştî 13ê Nîsanê wek cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Êzidî, ji bo pîrozbahiya Çarşema Sor, serdana Laleşa Nûranî ya li Şêxanê dikin ku li Dihokê ye.
Êzidî bawer dikin ku di wan rojan de xweza vedijî û Çarşema Sor mizgînîya rojên xweş dide.
Digel hemû zor û zehmetî û astengiyan Êzidî, ji roja ku derketiye heta roja me xwedî li vê cejnê derketine û pîroz kirine.
Bi sedama Cejna Çarşema Sor, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) peyamek weşand û got ku “Çarşema Sor Pîroz be!”
Di daxuyaniyê de HDPyê behsa wan êş û azaran kiriye Êzidî rastî wê hatine û wiha gotiye:
“Dixwazin gelê Êzidî ji nirx û xaka xwe dûr bikeve û bi vî awayî kok û bîra wê ya dîrokî tune bibe ku dikare canê xwe li ser nirx û xaka xwe bide. Ev rastî 4ê Tebaxê ya 2014ê bi qirkirina li Şengalê ya ji hêla DAIŞê ve careke din derketiye ser rûyê redê. Bi kiryarên dijmirovî yên li Efrînê li hemberî Êzidiyan pêk tê re, careke din derketiye holê ku ev qetlîam ne munferit e, ne pêşketineke wiha ye ku ji hêla rêxistineke çeteyan û jixweber çêbibe û di encama dijminahiyeke kûr, fikrî û çandî de çêbûye. Li Şengalê hîna jî bi hişmendiyeke weke ya DAIŞê, li hemberî rêveberiya xweser, berevanî û rêxistinbûna civaka Êzîdiyan, gef û şantaj tên kirin.”
HDPyê bal kişandiye ser xeteriyên li ser civaka Êzidiyan û diyar kiriye ku divê ne tenê ji hêla Êzidiyan her weha ji hêla hemû civakan û heta ji hêla mirovahiyê tedbîrên pêşîlêgirtinê bên stanidn.
“Bi vê wezîleyê em bang li hemû gelan, bîr û baweriyan û hêzên pêşverû, birêxistinkirî û demokratîk dikin ku, xebatê ji bo parastina bawerî û civaka Êzidiyan bikin û piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê ya civaka Êzidiyan.
“Em hêvî dikin ku cejna Çarşema Sor ya sembola jiyana nû ye, ji bo hemû mirovahiyê hindik be jî bibe wesîleya aştî, azadî, edalet û biratiyê. Di serî de ya Êzidiyan, cejna hemû gelên ku xwedî li vê cejna dîrokî û watedar derdikevin, bi dil û can pîroz dikin”.
(HK/FD)
Fotograf: Hemn Baban - Duhok/AA