Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cejna Pesahê ya Cihûyan îro dest pê dike. Cihû di dema cejnê de rizgariya xwe ya ji koletiya li Misrê pîroz dikin. Di Tewratê de tê gotin ku cejn li gorî salnameya Îbraniyan 15yê Nîsanê dest pê dike.
Beriya Pesahê alîkarî bi kesên din tê kirin. Navê vê alîkariyê Maot Hitim ango Pereyê Genim e. Alîkarî bi kesên ku nikaribin xurekan ji xwe re peyda bikin tê kirin. Li gorî baweriya wan, heke bizanibin pêwistiya hin kesên din bi alîkariyê heye, nikarin di cejnê de kêfxweş bibin.
Xwarinên hatîn meyandin nayên xwarin
Li gor Tewratê xelkê Cihû li Misrê wek kole dihatin bikaranîn û gelek karên zehmet dikirin. Bi rêberiya Mûsayî û alîkariya Xwedayî wan xwe ji Misirê xelas kirine.
Ji ber ku xelkê Cihû bi lez û bezê reviyane ew pê re negihane ku hevîrên wan bimeye. Wan hevîrên nemeyandî kirine nan. Ji ber vê yekê di vê cejnê de ti xwarinên meyandî nayên xwarin.
Xwarina Sederê
Ji bo cejnê li malê paqijî tê kirin. Her der têne kontrolkirin, heta berîkên cilikan jî tê kontrolkirin û hemî xwarinên ji hevîrê meyandî çêbûyîn ji malê têne derêxistin. Xwediyên malê dikarin tiştên di malê de bifiroşin û piştî cejnê bikirin lê heke xwarineka bi hevîrê meyandî di malê de hatibe jibîrkirin piştî cejnê nayê xwarin.
Di herdu rojên destpêk û dawiya cejnê de xwarinên taybet têne çêkirin. Di wan xwarinan de hevîrê meyandî nîne. Bi wan xwarinan zîyafet tê dayin û çîrokên bi navê Agada têne xwendin. (PT/FD)